Bi hezaran şêniyên Til Temirê Newroz pîroz kir

Bi hezaran şêniyên navçeya Til Temirê Newroz pîroz kir û piştrast kir ku ew xwedî li diruşma" Berxwedan Jiyan e" a Mezlûm Dogan derdikevin.

Bi hezaran şêniyên Til Temirê Newroz pîroz kir
Bi hezaran şêniyên Til Temirê Newroz pîroz kir
Bi hezaran şêniyên Til Temirê Newroz pîroz kir
Bi hezaran şêniyên Til Temirê Newroz pîroz kir
Bi hezaran şêniyên Til Temirê Newroz pîroz kir
Bi hezaran şêniyên Til Temirê Newroz pîroz kir
Bi hezaran şêniyên Til Temirê Newroz pîroz kir
Bi hezaran şêniyên Til Temirê Newroz pîroz kir
Bi hezaran şêniyên Til Temirê Newroz pîroz kir
21 adar, 2021   15:35
HESEKÊ

Vê sibehê bi hezaran şêniyên Til Temirê bi hemû pêkhateyên xwe û cilên folklorî berê xwe dan gundê Qesrik ê rojhilatê navçeyê ya li ser rêya Qamişlo, da ku beşdarî şahiya Newrozê bibin.

Şahî bibîr anîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre, agirê Newrozê hate pêxistin û gel li gotinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê Newrozê guhdar kirin.

Piştre, koma Gerstêrk stran digel diruşmên gel, rakirina nîşaneya serkeftinê û gerandina dîlanan de, pêşkêş kirin û koma Şoreş jî stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Di şahiyê de, bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulxenî Oso axivî û Newroz li tevahî gelan pîroz kir û wiha got: "Ev roj roja azadiyê ye ku gel li hember zulm, dagirkerî û sûcan disekine."

Oso soza xwe ya bi berxwedana heta bi ragihandina serkeftinê nû kir û wiha domand: "Gelên herêmê soz şopandina rêça Mezlûm Dogan û hevrêyên wî daye."

Oso diyar kir ku ji 2011’an ve gelek alî hewl didin tevliheviyê li herêmê çêbikin, lê gelên herêmê rêya berxwedan û sekna li hember tevahî aliyên dijber hilbijartiye, zulm û sûcan qebûl nake.

Oso wiha gotina xwe berdewam kir: "Em xwe dispêrin diruşma Berxwedan Jiyan e, ew diruşmeya şehîd Mezlûm Dogan e."

Her wiha şervanekî bi navê Rêdûr Feqîra hîn gotinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser berxwedan û bidestxistina azadî û gihandina armancên xwe, xwendin.

Şahî bi stranên şoreşgerî yên ji hêla koma Şoreş û koma Xabûr û gerandina dîlanan ji hêla gel ve bi dawî bû.

(fr)

ANHA