Peyama Newroza Kobanê: Bi yekitiya gelên herêmê em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin

Nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star û eşîrên Ereban di Newroza Kobanê de axivîn û diyar kir ku di saya şagirtên rêber Abdullah Ocalan zarokên Kawayê Hesinkar careke din li Garê bi ser ketin.

Peyama Newroza Kobanê: Bi yekitiya gelên herêmê em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin
21 adar, 2021   13:49
KOBANÊ

Pîrozbahiya Newrozê li Kobanê vê sibehê bi beşdarbûna bi hezaran şêniyan, şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê û rûspiyên eşîrên Reqayê, li daristana li rojavayê Kobanê dest pê kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn bixêrhatina mêvanan kir û cejna Newrozê li gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet Efrîn, Şengal, Serêkaniyê û Girê Spî pîroz kir.

Mihemed Şahîn diyar kir ku wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê soz didin ku dê tevahî herêmên ku dewleta Tirk dagir dike bi yekitiya gelan, ruhê berxwedana Newrozê û çakûçê Kawayê Hesinkar, rizgar bikin.

Şahîn di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku sedsala 21'emîn dê bi pêşengiya gelê Kurd û şervanên YPG/YPJ`ê û yekitiya gelan, bibe bihara gelên Rojhilata Navîn.

SOZA RIZGARKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ HATE NÛKIRIN

Hevseroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê Cîhan Xidro jî wiha axivî: "Destpêkê em bejna xwe li hember tevahî şehîdan ditewînin ku bi saya wan em gihaştin vê astê û em îro pîrozbahiyan li dar dixin.”

Cîhan silavên xwe ji bo şervanên YPJ/QSD`ê yên li eniyên şer, dayik û hevserên şehîdan û hemû jinên têkoşer şand.

Cîhan Newroz li gelê Bakur û Rojhilata Sûriyê û tevahî gelên azadîxwaz ên Rojhilata Navîn pîroz kir.

Cîhan destnîşan kir ku gelê Kurd beriya bi dehan salan ve berxwedana xwe di cejna Newrozê de nîşan dide, ne tenê ji bo gelê Kurd lê belê ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn da ku jiyaneke nû ava bike.

‘NEVIYÊN KAWAYÊ HESINKAR LI DIJÎ DEHAQÊ SERDEMÊ LI GARÊ BI SER KETIN’

Bi navê Kongreya Star Felek YûsIif Newroz li rêber Abdullah Ocalan, tevahî gelên azadîxwaz, şervanên QSD'ê û gerîla pîroz kir.

Felek got: "Neviyên Kawayê Hesinkar îro careke din bi saya têkoşîna şagirtên rêber Ocalan li dijî Dehaqê serdemê li Garê bi ser ketin. Ev yek bû sedem ku şerê Kurdên bakur bike û jinên Rojava hedef bigire.”

Her wiha bal kişand ser girîngiya dewamkirina têkoşînê heta têkbirina Dehaqê serdemê, rizgarkirina herêmên dagirkirî û azadkirina rêber Abdullah Ocalan.

‘EM LI PIŞT BERXWEDANA EFRÎNÊ Û EYN ÎSAYÊ NE’

Bi navê eşîrên Reqayê jî şêx Hisên El-Bircis Newroz li tevahî gelê Kurd û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir. Şêx Hisên got: "Tevahî pêkhateyan ji bo rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê xwîna xwe da. Em ji çeteyan û di serî de dewleta Tirk re dibêjin çawa berê gelê me xwîna xwe dan, îro ji bo rizgarkirina Efrîn û tevahî herêmên Sûriyê ji çeteyan wê careke din gel amade ye, xwe feda bike."

El-Bircis bi navê eşîrên Reqayê teqez kir ku ew li pişt berxwedana Efrînê û Eyn Îsayê ne û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku rêber Abdullah Ocalan serbest berdin.

Pîrozbahiya Newrozê bi pêşandanên hunerî didome. Tê payîn ku her du hunermend Denîş Botan û Dîlber Şêxî stranan pêşkêş bikin, piştre koma Çerkesan, koma Şehba, koma Kevana Zêrîn û koma Botan û hunermendê ji pêkhateya Ereb Mistefa Ebû El-Foz, stranan pêşkêş bikin.

(dm, dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ChdykgKJvXg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>