​​​​​​​Li Amedê bi sed hezaran kes bi coşeke mezin Newrozê pîroz dikin

Gelê Amedê qada Newrozê dagirtiye. Gel bi dirûşman tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan  şermezar dike û berxwedana girtiyan silav dike.

​​​​​​​Li Amedê bi sed hezaran kes bi coşeke mezin Newrozê pîroz dikin
21 adar, 2021   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê ku bi dirûşma "Bi agirê Newrozê em li ber xwe bidin, azad bibin" tê lidarxistin, bi beşdariya bi sed hezaran kesî dewam dike. Agirê Newrozê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hate vêxistin. Li gel gefên polîsan ku li ser dikê dixwin û dengê muzîkê bilind dikin jî girseya gel wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildide û dirûşma "Bijî Serok Apo" diqîre.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel silav da bi sed hezaran kesên li qada Newrozê û got: "Amed îro bû horsê Kawayê Hesinkar, bû berxwedana Kawayê Hemdem, bû hevrêyên Zekiye û Rahşanan. Newroz berxwedanê, berxwedan jî jiyanê diafirîne. Meha Adarê ji bo Kurdistanê meha berxwedanê ye. Qadên Newrozê qadên berxwedanê ne. Tevî her tiştî jî gelê me li qadan, li gundan, li deştan, bi pêşengiya jin û ciwanan agirê Newrozê gur dike. Yên ku Kurdan ji nedîtî ve tên bila bala xwe bidin vê qadê. Kurd li vê qada berxwedanê ne. Gelo kîjan desthilatdarî dikare vê rastiyê nebîne."

Guzel bal kişand ser vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê û got: "Jinên berxwedêr; desthilatdar dixwazin têkoşîna me tune bikin, destketiyên me ji destê me bigirin. Em ji vir careke din dibêjin. Em hen e, em ê hebin, em bibin a xwe. Serokkomar bi rêya vê biryarê careke din nîşan da ku ew dijminê jinan e. Ev biryar hêzê dide kujerên jinan. Ji kuştinên ji niha û pê ve yên jinan wê AKP berpirsyar be. Ev biryar biryara rewakirina komkujiyên jinan e, biryara rewakirina tundiya li jinê ye. Lê belê em ê destûrê nedin ku peyman bê betalkirin. Peymana Stenbolê mîna hevserokatiyê ji bo me xeta sor e. Em vê biryarê nas nakin, em ê têbikoşin. Em ê li dijî van polîtîkayan têbikoşin."

XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA GIRTIYAN

Guzel bi bîr xist ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd dewam dike û got: "Ji bo îdîayên hatine weşandin bê çareserkirin, divê dawî li tecrîdê bê anîn. Nêzîkatiya li Îmraliyê, nêzîkatiya li gelê Kurd e, nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd e. Li dijî tecrîdê girtî 115 roj in di greva birçîbûnê de ne. Berxwedana Mazlûman û Sarayan a li dijî Esat Oktay dewam dike. Her ku tecrîd dewam bike, berxwedan jî wê dewam bike. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, aştî wê neyê vê xakê. Berxwedana girtiyan berxwedana me ye, daxwazên wan daxwazên me ne."

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî Newroza gelê Kurd pîroz kir û bang kir ku piştgirî ji kampanya îmzeyan re bê dayin ku ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê tê meşandin. Çîftyurek bal kişand ser zextên li dijî gelê Kurd û siyaseta Kurd û got: "Ferman a padîşah be, qad jî ya gelê me ye. Vaye qad, vaye gelê Kurd. Siyaseta Kurd sed sal in li qadan siyasetê dike. Bi êrişa li ser siyaseta Kurd a li Meclîsê re siyaset bi dawî nabe. Em fermanên we nas nakin, vaye gelê Kurd, vaye siyaset li qadê ye. Ev êriş tunebûna Tifaqa Cûmhûr e. Êdî di rewşeke welê de nîne ku tevlî hilbijartinê bibe. Gelê Kurd wê dawî li Tifaqa Cûmhûr bîne. Ji ber vê dibînin êrişî gelê Kurd dikin."

'EM BIBIN YEK WÊ SERKETIN NÊZ BE'

Çîftyurek destnîşan kir ku divê yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk were û got: "Sedsala 21'ê wê li Kurdistanê bibe sedsala yekîtiya neteweyî. Eger em vê nikaribin pêk bînin em ê yek bi yek tune bibin. Lê dem dema yekîtiyê ye. Em bibin yek wê serketin nêz be. Careke din ji vê qadê em bang dikin. Tirkiye û Rûsya dibin yek, lê partiyên Kurdan nikarin bibin yek. Werin em bibin yek."

Piştî axaftinan parlamenterên HDP'ê yên Amedê silav dan gel. Newroz bi stranên Şîlan Dora dewam dike.