Kurdên li Lubnanê Newrozê pîroz dikin

Bi hezaran Kurdên li Lubnanê duh meşaleya Newrozê pê xist û Newroz pîroz kir.

Kurdên li Lubnanê Newrozê pîroz dikin
21 adar, 2021   09:25
BEYRÛT

Bi însiyatîfê Kongreya Star, Komeleya Newroz û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), bi sedan Kurdên li Lubnanê dijîn, cejna Newrozê pîroz kir û meşaleyaNewrozê pê xist.

 

Ji ber şert û mercên vîrusa koronayê, Kurdên li gelek bajar û deverên Lubnanê pîrozbahiyên xwe wek komên biçûk li darxistin.

Li paytexta Beyrûtê, li navenda Komeleya Newroz bi dehan kes kom bûn, mûm û meşaleya Newrozê pê xistin û Newroz pîroz kir. Her wiha li ser stranên şoreşgerî dîlan gerandin.

Beşdaran cil û bergên folklorîk li xwe kirin û al û sembolên kurdî û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SyFiCaS6jV8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>