Hêzên PDK`ê di roja Newrozê de êrişî kampa gerîla dikin!

Hate ragihandin ku hêzên PDK`ê di vê roja Newrozê ya bi nirx de li qada Berdesorê ya herêma Xakurkê bi çekên giran êrişî kampeke gerîla kirin.

Hêzên PDK`ê di roja Newrozê de êrişî kampa gerîla dikin!
21 adar, 2021   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, hêzên PDK'ê saet di 08:00 de li qada Berdesorê ya herêma Xakurkê bi çekên giran êriş birin ser kampeke gerîla.

GERÎLA NEKETIN ŞER

Hate ragihandin, hêzên gerîla ji bo rewşeke metirsîdar rû nede neketine şer û hêzên PDK'ê li herêmê bi cih bûne.

Dema ku PDK'ê êriş kir, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk tevî balafirên şer li ser herêmê digeriyan.

Ji ber gefa êrişê ya Enqere û PDK'ê, li vê herêmê ji sala derbasbûyî ve alozî mezin dibe.

Li qada Xakurkê 12'ê Adarê pêşmergeyekî pê li mayinekê kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Medya PDK'ê ji ber vê yekê PKK sûcdar kiribû. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê jî 13'ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku îdîa derew e.

19`ê Adarê li derdora gundê Sininê yê li heman herêmê, helîkopterên kobra yên dewleta Tirk gule li wesayiteke sivîl reşandibûn û di encamê de gundiyê bi navê Lokman Çeto birîndar bûbû.

20`ê Adarê jî balafir û helîkopterên şer ên dewleta Tirk bombardûmaneke giran li herêma Xakurkê kiribûn.