Panorama hefteyê: Krîza debarê li Şamê dijwar e û Misirê li benda bertekên ji Tirkiyê ye

Di raporan de hate destnîşankirin ku encam û bondorên krîza debarê û aboriyê ya li herêmên hikumeta Şamê êdî li ser rûyên mirovan diyar dibin, li aliyek din jî Misir û Erebistana Siûdî li benda partîka dewleta Tirk e ne gotinên wê, di heman demê de jî Rûsya derbasî xeta krîzê ya Lubnanê bû.

Panorama hefteyê: Krîza debarê li Şamê dijwar e û Misirê li benda bertekên ji Tirkiyê ye
21 adar, 2021   03:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yê hefteya borî behsa krîza debarê ya li herêmên hikumeta Şamê, peyamên dewleta Tirk ji Misir û Erebistana Siûdî re û tevgerên Rûsyayê yên girêdayî Lubnanê kir.

 ‘LI KOLANÊN ŞAMÊ, RÛYÊN MIROVAN ZER IN Û LAŞÊN WAN SIST IN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî aloziya aborî ya li Sûriyê wiha nivîsî: “Di gereke li kolanên Şamê de, rûyên mirovan zer bûn û laşên wan sist bûbûn, hinek mabû li hev bikevin. Bêdengiyeke kûr hebû. Xwediyên dikanan û bi taybetî yên dikanên goşt, li ber deriyê dikanên xwe sekinîbûn, melûl bûn. Kîloya mûzan bi 3 hezar û 500 lîre ye. Beriya rojekê bi 2 hezar û 500 lîre bû. Di welatekî de ku ji her 10 kesan 9 di xizaniyê de dijîn, tiştekî komîk e ku mirov behsa nirxê mozan bike.

Lê belê mûz ji salên 1980`yî ve wekî xewneke zer e ji bo gelê Sûriyê, ji berê ve jê mehrûm in.”

 ‘EREBISTANA SIÛDÎ HÊVIYÊN DEWLETA TIRK BELAV DIKE’

Têkildarî peyamên di navbera Erebistana Siûdî û dewleta Tirk de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Piştî ku balafirên şer ên Erebistana Siûdî yên cureya F-15C gihaştin grava Gîrîtê da ku tev li rahênan bi Yewnanistanê re li herêma rojhilatê Deryayê Spî bibin, tevahiya hêviyên dewleta Tirk bi lez belav kirin.

Dewleta Tirk bi awayekî fermî şoka xwe ya li hemberî biryara Erebistana Siûdî rave kir. Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan beriya çend rojan ragihand ku welatê wî dê der barê biryarê de bi desthilata Erebistana Siûdî re nîqaş bike. Ji aliyekî din ve wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu mixabiniya welat û partiya wî li hemberî biryara Erebistana Siûdî rave kir û got Enqere difikirî ku mîna vê têkiliya leşkerî di navbera Riyad û Atînayê de tune bû.

Rahênanên li Deryaya Spî, zexta Fransa-Misirê li ser dewleta Tirk zêde kir, ji bo tevgerên dewleta Tirk ên li rojhilatê Deryayê Spî rawestînin.”

‘DI NAVBERA EWIN Û EL-HERÎRÎ DE HÊVIYA GAVA YEKEMÎN’

Rojnameya El-Nehar jî der barê astengiyên avakirina hikumeta Lubnanê de wiha nivîsî: "Hîn zû ye ku encamên erênî yên dosyaya hikumetê piştî însiyatîfa ku armanca wê nêzîkkirina nêrînên di navbera Bebeda û Beyet El-Weset de bêje. Ji ber encama yekemîn ku mirov dikare di vî alî de tekez bike, diyar dike ku serokê hatiye erkdarkirin Sead El-Herîrî tu însiyatîfên fermî û kesayetî heta niha di vê derbarê de negirtine. Tevî ku beriya du hefteyan bi serbaz Ebas Îbrahîm re civiyabû û der barê geşedanên siyasî de nirxandin hatibû kirin.”

Kesên nêzî serokê hatiye erkdarkirin û şopdarên gera wî ya li derve ji El-Nehar re wiha nirxandin: "Li gorî agahiyan ku hevdîtina di navbera wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku dosyaya hikumeta Lubnanê û astengiyên ku nahêle hikumet were avakirin, hişt ku aliyê Rûsî bi awayekî giştî tekeziyê li ser avakirina hikumetê li gorî tişta ku El-Herîrî gotiye, bike. Hate zanîn ku dê El-Herîrî serdana Rûsyayê bike, lê dema wê nehatiye diyarkirin."