Şêniyên Qamişlo: Êrişên li dijî Eyn Îsayê planên Osmanî ne

Şêniyên bajarê Qamişlo got êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê di çarçoveya berfirehkirina planên Osmanî de pêk tên, ku ew jî qutkirina rêya M4 a navneteweyî ye û Rûsya jî li hember vê yekê bê deng e.

Şêniyên Qamişlo: Êrişên li dijî Eyn Îsayê planên Osmanî ne
21 adar, 2021   00:46
QAMIŞLO-YARA MIHEMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê ji beriya du rojan ve zêde kirine û li hemberî van êrişan bêdengiyeke rûsî heye.

Der barê vê yekê de şêniyên Qamişlo nêrînên xwe eşkere kirin û got artêşa Tirk a dagirker bi van êrişan hewl dide rûbera dagirkeriyê berfirehtir bike û li ser erda Sûriyê xewnên dewleta Osmanî ya hilweşiyayî,  zindî bike.

ꞌPLANÊN OSMANÎ Û SEFEWÎ NEꞌ

/kr/uploads/files/2021/03/20/205227_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Arif ê ji Qamişlo diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker planên xwe yên Osmanî pêk tîne, da ku xaka ku beriya niha dewleta Osmanî dagir kirbûn, serwer bike.

Mihemed Arif destnîşan kir ku planên dewleta Tirk û Îranê li ser bingeha zindîkirina dewleta Osmanî û Sefewî hatine avakirin.

Têkildarî helwesta rûsî ya ji van êrişan Mihemed Arif got ajandeyên Rûsyayê yên li herêmê li ser wê ferz dikin ku destwerdanê neke û têkildarî vê yekê tu helwestan nîşan nade.

Arif bi bîr xist ku beriya niha Rûsyayê nerazîbûnên xwe der barê xurtkirina artêşa Tirk ji hêza xwe ya li derdora Eyn Îsayê re nîşan kiribû, ji ber vê yekê gelek pirsên têkildarî sedema vê yekê û armancên wê çi ne, ka guhartin di têkilî û peymanên navbera her du welatan de yên li Sûriyê çêbûne yan na, derketin holê.

Rûsya dewleta Tirk tawanbar dike ku peymana Sochî bin pê dike. Peymana Sochî ya têkildarî agirbestê di 22`yê Cotmeha 2019`an de hate mohrkirin.

/kr/uploads/files/2021/03/20/205259_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Elî Mistefa ku ji herêma Serêkaniyê ya dagirkirî ye û di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de di 9`ê Cotmeha 2019`an de ji mala xwe derket, axivî û got dewleta Tirk li ser bingeha qirkirin û helandina etnîkî hatiye avakirin û wiha pê de çû: "Her ku em pêngavekê ber bi misogerkirina aştiyê ve diavêjin, êriş zêde dibin û rê li pêş me tên girtin."

Elî Mistefa di dawiya gotina xwe de destnîşan kir ku êrişên niha Eyn îsayê pê re rû bi rû dimîne ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve pêk tê, girêdayî xwesteka wê ya dagirkirina herêmeke nû ye û qutkirina rêya M4`ê li pêşiya sivîlan e, ji ber vê yekê divê gelê Kurd li dijî van êrişan yekitiya xwe ava bike û wan têk bibe.

ꞌDAXWAZ BERFIREHKIRINA ERDNÎGARIYA DAGIRKIRINÊ YEꞌ

/kr/uploads/files/2021/03/20/205318_-.webp

Welatiyê bi navê Ferhad Hisên Yûnis destnîşan kir ku gelê Kurd li Sûriyê bi zilm û bindestiyê re rû bi rû dimîne û ev yek lê zêde kir: "Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di bin banê dagirkeriyê dewleta Tirk de ne û êrişên li dijî Eyn Îsayê bi xwesteka berfirehkirina erdnîgariya dagirkirinê ye."

Ferhad Hisên Yûnis bal kişand ser helwestên dewletên Ewropa yên têkildarî êrişan û da zanîn ku ew tenê propogandeyên çapemeniyê ne û ev jî têrê nake û karê wê di çarçoveyê şermezarkirinê de ye, lê belê çareseriyên ku xizmeta vî gelî bikin dernektine holê. Ji lew re divê gelê Kurd li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê yekitiya xwe ava bikin.

Ev êriş bi rasthatina salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê hatiye ku bi erêkirina Rûsya dewleta Tirk û çeteyên wê di 18`ê Adara 2018`an de Efrînê dagir kirin û heman sînaryo li Eyn Îsayê jî pêk tê.

ꞌDEWLETA TIRK TENÊ ALAVEK Eꞌ

/kr/uploads/files/2021/03/20/205340_-.webp

Welatiyê bi navê Asî Dawûd diyar kir ku gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve rastî hemleyên qirkirinê tê ku bi dijminatiya Kurdan tê naskirin, lê ev nayê wê wateyê ku xewna dewleta Tirk a qirkirina gelê Kurd dê pêk were û got: "Em ê li hemberî plan û komployên dewleta Tirk ên qirkirina kurdan li ber xwe bidin."

Asî Dawûd di dawiya axaftina xwe de bang I alî û rêxistinên navneteweyî kir ku bi rola xwe rabin û dawî li sûcên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YZAQcMdjK5E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>