Balafirên Rûsyayê nuqteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê 20 êriş pêk anîn. Di heman demê de operasyona ku hêzên hikumeta Şamê li dijî çeteyan li herêmê daye destpêkirin, dewam dike.

Balafirên Rûsyayê nuqteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê bombebaran kirin
20 adar, 2021   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji saetên sibehê ve 4 balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê zêdetirî 20 êriş pêk anîn.

Êriş li dijî nuqteyên çeteyan ên li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê pêk hatin. Her wiha balafirên keşfê yên Rûsyayê jî li ser herêmê digeriyan.

Li aliyekî din, operasyona hêzên hikumeta Şamê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê daye destpêkirin jî, di roja 3`yemîn de dewam dike.

(cx)