Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî gilînameya li dijî Erdogan û El-Serac qebûl kir

Dadgeha Cezayan a Navneteweyî gilînameya ku Rêxistina Qurbaniyên Terorê ya Lîbyayê li dijî serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Fayiz El-Serac pêşkêş kiribû, qebûl kir. Rêveberê rêxistinê jî diyar kir ku qebûlkirina gilînameyê tê wateya pejirandina hevkariya wan kesan di sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê de.

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî gilînameya li dijî Erdogan û El-Serac qebûl kir
20 adar, 2021   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê rêxistinê ji Tora El-Erebiyê diyar kir ku rêxistinê bi hevkariya Navenda Afro-Asian a Lêkolînan, ji beriya çend mehan ve bi awayekî veşartî kar dikin da ku sûcên ku Erdogan ji dema destwerdana li Lîbyayê bi hevkariya hikumeta Wîfaqê û fermandarên wê pêk anîne ve, belge kir. Her wiha dosyayek giştî ji bo Dadgeha Cezayan ku berpirsa sûcên şere, pêşkêş kir.

Rêveberê rêxistinê teqez kir ku hemû îsbatên li ser pêkanîna sûcan û binpêkirinan li Lîbyayê hatin kom kirin, ku hêzên dewleta Tirk li Lîbyayê bi hevkariya mîlîsên Wîfaqê pêk aniye û qanûnên navneteweyî wan sûcan ceza dike. Her wiha diyar kir ku qebûlkirina vê gilînameyê, wekî gavekê ber bi pêkanîna edaletê û vegerandina mafên gelê Lîbyayê ye.

Dadgeha Cezayan a Navneteweyî çarşema borî, gilînameyek li dijî serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac wergirt, ku tê de ew bi pêkanîna 20 sûcên şer li Lîbyayê û binpêkirina 33 biryarên navneteweyî hatibûn tawanbarkirin.

 (şx)