Hikumeta Tirk ji peymana li dijî tundiya li ser jinan vekişiya

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan îro biryarnameyek derxist û welatê wî bi awayekî fermî ji ‘Peymana Stenbûlê’ vekişiya.

Hikumeta Tirk ji peymana li dijî tundiya li ser jinan vekişiya
20 adar, 2021   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya fermî li Tirkiyê, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan biryarnameyek derxist û bi wê yekê welatê wî fermî ji ‘Peymana Stenbûlê’ ya têkildarî qedexekirin û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û tundiya malbatî, vekişiya.

 ‘Peymana Stenbûlê’ ya ji bo qedexekirin û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û tundiya malbatî, peymaneke Meclisa Ewropayê ye û di 11`ê Gulana 2011`an de li Stenbûlê hate îmzekirin.

Demeke berê, hikumeta Tirkiyê niyeta xwe ya vekişîna ji peymana navborî nîşan dabû. Li ser wê yekê lig elek bajarên Tirkiyê di dema borî de xwepêşandanên jinan ên dijber hatibûn lidarxistin.

(cx)