QSD: Li Eyn Îsayê 18 çeteyên dagirker hatin kuştin û hejmarek din birîndar bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di şerên ji vê sibehê ve di navbera şervanên wan û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundên Seyda û Mielek dewam dikin de, 18 çete hatine kuştin û 10 çete birîndar bûne.

QSD: Li Eyn Îsayê 18 çeteyên dagirker hatin kuştin û hejmarek din birîndar bû
20 adar, 2021   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk têkildarî êriş û şerên li navçeya Eyn Îsayê dauxyaniyeke nivîskî weşand.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de got, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 17`ê Adarê û vir de de êrişên xwe li ser Eyn Îsa û rêya M4 zêdetir kir û diyar kir ku çeteyên dagirker bi taybetî êrişî gundên Seyda û Mielek kirin û şervanên wan bersiva wan êrişan dane.

QSD`ê ragihand ku encama bersivdayina şervanên wan de, 18 û 19`ê Adarê şerên dijwar qewimîne.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Îro, di seet 05:00`ê sibehê de çeteyên dagirker carek din êrişî gundên Seyda û Mielek kirin û di wan êrişan de teknîk zêde bi kar anîn. Di encama bersivdayina tund ya şervanên me de çete neçar man ku paşde vekişin. Di şerên ku îro di saetên sibehê qewimîne de li gundê Seyda 10 çete hatin kuştin, li gundê Mielek jî 8 çete hatin kuştin û 10 çete jî brîndar bûn. Topbarana dijwar li ser herêmê berdewam dike û bi piranî herêmên sivîlan tê hedefgirtin.

Di şerê îro de şervanekî me şehîd bû û 3 şervanên me brîndar bûn. Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wê piştre bi raya giştî re were parvekirin. “

(cx)