Gerîlayên azadiyê li çiyayanê Kurdistanê Newrozê pîroz dikin

Gerîlayên azadiyê bi coşa serkeftinê Newrozê li çiyayên Kuristanê pîroz dikin.

Gerîlayên azadiyê li çiyayanê Kurdistanê Newrozê pîroz dikin
20 adar, 2021   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Qadên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke eskerî û bi govendan Newroz pîroz kirin.

Di merasîma leşkerî de ji fermandarên Biryargeha Navendî  ya Parastina Gel Hakî Armanc axivî, bal kişand girîngiya Newrozê û destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Kurd û tevgera PKK'ê gelek bi qedr û qîmet e. Armanc diyar kir sala 2021'an wê bibe sala hilweşandina faşîzmê, azadiya Rêber Apo, gelê Kurd û Kurdistanê û ji hemû gerîlayan serkeftin xwest.

Piştî merasîmê gerîlayan li dora agirê Newrozê govend gerandin, hîs û fikrên xwe yên li ser Newrozê ji kamereyên Gerîlla TV re gotin.