Rojnameyên erebî: Peywendiyên Amerîka-Rûsyayê yên têkildarî Sûriyê rawestiyane

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rawestandina peywendiyên Moskov-Washingtonê yên têkildarî Sûriyê û aloziya avakirina hikumeta Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Peywendiyên Amerîka-Rûsyayê yên têkildarî Sûriyê rawestiyane
20 adar, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PEYWENDIYÊN AMERÎKA-RÛSYA YÊN TÊKILDARÎ SÛRIYÊ BI TEMAMÎ RAWESTIYANE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa rawestandina peywendiyên Moskov-Washingtonê yên der barê dosyaya Sûriyê de kir û wiha nivîsî: “Ji ber aloziya siyasî ya di navbera Washington û Moskovê de ya piştî daxuyaniyên serokê Amerîkayê Jeo Biden û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, bandor li têkiliiyên her du welatan  ên têkildarî gelek dosyayan û di serî de dosyaya Sûriyê kir.

Çavkaniyên dîplomatîk ên Washingtonê got peywendiyên siyasî yên her du welatan têkildarî Sûriyê bi temamî hatine rawestandin û wiha dewam kir: “Hemû hewldanên Moskovê yên bi rêya serdana wezîrê karên derve Sergey Lavrov ji welatên herêmê re yan bi rêya peywendiyên dîplomatîk ên yekser û neyekser bi serok Biden re yên ji bo qebûlkirina kêmkirina cezayên ‘Qeyser’ ku Amerîka li dijî Sûriyê ferz kirine, bi kêr nehatin û tu nîşaneyên qebûlkirina dan û standinên di însiyatîfên siyasî de ji aliyê Amerîkayê ve xuya nekirin.”

Rojnameya Şerq El-Ewsat li gorî dîplomatê Sûriyê yê berê yê li balyozxaneya Şamê a Washingtonê Besam Berbendî ragihand ku di hevdîtinên ku bi hejmareke rayedarên Amerîkayê re pêk tên de, 5 xalên ku rêveberiya Biden di çareserkirina dosyaya Sûriyê de girîngiyê dide, hatine xuyakirin; ya yekê dosyaya çekên kîmyewî û hesabxwestina ji berpirsên wê ji aliyê rejîmê ve. Ya duyem; dosyaya girtiyan û berdana wan û diyarkirina çarenûsa bi deh hezaran kesên windayî û yên di zindanên rejîmê de. Ya sêyem; dosyaya alîkariyên mirovî ye. Ya çarem; girîngîdayîna xebatên siyasî yên aştiyane. Ya dawî jî rola aliyên herêmî û navneteweyî di xebatên siyasî de ye.

 ‘LI LUBNANÊ HÊVIYÊN AVAKIRINA HIKUMETÊ’

Rojnameya El-Beyan jî di hejmara xwe ya îro de behsa avakirina hikumeta Lubnanê kir û wiha nivîsî: “Hevdîtina 17`emîn di navbera serokê Lubnanê Mîşal Ewn û serokê erkdarkirî Seed El-Herîrî de, her wiha helwestên derve ku zextê dikin û nîşaneyên ferzkirina cezayan didin li kêleka zexta gel, hêviyên avakirina hikumetê di demeke nêz de bi xwe re anîn. Tê payîn ku duşema bê hevdîtina 18`emîn di navbera Ewn û El-Herîrî de li ser ‘niyeta’ avakirinê bê lidarxistin.”

(cx)