Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê banga tevlêbûna pîrozbahiyên Newrozê kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê bernameya Newroza 2021’an a herêma Cizîrê eşkere kir û banga tevlêbûnê kir. Her wiha agirê Newrozê li navçeya Til Temirê hate pêxistin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê banga tevlêbûna pîrozbahiyên Newrozê kir
19 adar, 2021   12:27
HESEKÊ

Bi boneya Newrozê, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê li navçeya Til Temir a kantona Hesekê civîneke çapemeniyê li dar xist û bernameya pîrozbahiyên Newroza 2021’an a herêma Cizîrê eşkere kir.

Di civîna çapemeniyê de hevserokê Meclisa Rêveber Talet Yûnis ragihand ku pîrozbahiyên Newrozê dê li 9 deverên herêma Cizîrê yên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê û Holê bên lidarxistin. Dê pîrozbahiyên li van herêman saet di 10.00’an de dest pê bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê pîrozbahî bi dirûşma ‘Bi rihê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin’ bên lidarxistin. Yûnis diyar kir ku Newroza îsal dê bibe Newroza têkbirina dagirkeriyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî û azadiya rêber Abdullah Ocalan.

Yûnis bang li şêniyan kir ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin û got: “Bi ruhê berxwedana Efrînê û berxwedana li hemû eniyên şer, em banga tevlêbûnê li gelê xwe dikin da ku em Newroza îsal bikin Newroza azadiyê.”

Piştî civîna çapameniyê bi dawî bû, beşdaran agirê Newrozê pêxist.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vaeO73B3vB4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>