Li Idlibê şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de didome

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bakurê rojavayê Hemayê nuqteyên hev topbaran kirin. Hêzên hikumeta Şamê careke din gundewarên Idlibê kirin hedef.

Li Idlibê şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de didome
19 adar, 2021   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva din hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li derdora El-Enkawî û Qilêdîn ên Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê, bi moşekan û çekên giran nuqteyên hev kirin hedef.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumetê bi moşekan êrişî deverên li Filêfil, Bênên, Sifohin û derdora El-Bare û Kensefra ên başûrê Idlibê kir.

Hêzên hikumeta Şamê duh jî deverên li El-Bare, Kensefra, Sifohin, Fetîra, Bênên, Filêfil ên başûrê Idlibê û El-Enkawî ya Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê bi moşekan kirin hedef.

(dx)