QSD`ê li Eyn Îsayê bersivên tund dide êrişên dagirkeriya Tirk

Hêzên QSD`ê bersiva êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî navçeya Eyn Îsayê û gundewarê wê dide. Di encama bersivdanê de gelek çete reviyan û şer di hemwextî berdewamkirina topbarana dijwar de li ser herêmê berdewam e.

QSD`ê li Eyn Îsayê bersivên tund dide êrişên dagirkeriya Tirk
19 adar, 2021   13:36
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saet 12.30`an de bi çekên giran êrişî gundê Seyda kir.

Her wiha nûçegihanê me diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) berxwedaneke destanî li hemberî wan êrişan nîşan didin. Di encama vê berxwedanê de gelek çeteyên dewleta Tirk ji qada şer reviyan. Her wiha destnîşan kir ku kuştî û birîndarên artêşa Tirk û çeteyên wê hene. Ji ber dijwariya şerê ku li herêmê berdewam dike, tu agahî di derbarê hejmara kuştî û birîndaran de nehatin bidestxistin.

Nûçegihanê me da zînîn ku heta amadekirina vê nûçeyê şer berdewam e, di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meilek, Seyda û derdora navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran dikin.

(şx)

ANHA