Komên Hûsiyan li bajarê Meirêb bi pêş ve çûn

Komên Hûsiyan li ser hemberî hêzên hikumeta Yemenê li bajarê Meirêb ê bakurê welêt bi pêş ve çûn.

Komên Hûsiyan li bajarê Meirêb bi pêş ve çûn
19 adar, 2021   10:35
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, komên Hûsiyan çiyayê Hêlan ê li ser bajarê Meirêbê kontrol kir, piştî şerê bi hêzên hikumetê re ku di encamê de ji her du aliyan bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.

Ajansê li gorî çavkaniyên xwe ragihand ku Meirêb di xetereyê de ye û windakirina çiyayê navborî gefê li xeta yekemîn a parastinê dixwe.

Çavkaniyan got Hûsiyan xetên piştevaniyê yên di navbera eniyên şer de qut kirine.

Sala 2015`an, hevbendiyeke leşkerî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî destwerdan kir û ji bo qedexekirina qaçaxçîtiya çekan ji bo komên alîgirên Îranê, dorpêça deryayî û asîmanî ferz kir.

Hûsî dibêjin ku pêkanîna peymana agirbestê tenê bi rakirina dorpêça bi serkêşiya Siûdiyê li ser Yemenê hatiye danîn, pêkan e.

(cx)