Roza Salih: Kurd bi têkoşînê dê azadiya xwe bi dest bixin

Roza Salih got li Rojhilata Navîn demokrasî û mafên mirovan tune ne, gel ji bo bidestixtina mafên xwe bi çekan têdikoşin û diyar kir ku neteweya demokratîk ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin û li Rojava hate pêkanîn, modela ku hêviyê dide gel e.

Roza Salih: Kurd bi têkoşînê dê azadiya xwe bi dest bixin
19 adar, 2021   05:18
NAVENDA NÛÇEYAN-LEZGÎN ETÊ

Bernmzeta yekemîn a partiya Netewî ya Scotland Roza Salih ji Meclisa Giştî ya Brîtanî re a Herêma Galsgow teqez kir ku hovîtiya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd didome, tenê ji ber ku ew Kurd in û destnîşan kir ku binpêkirina mafên mirovan û demokrasiyê û mafên jinan li Tirkiyê zêde bûye. Roza her wiha diyar kir ku hilbijartina Kurdên li Sûriyê ji xeta sêyemîn re ya herî rast e ji pêşeroja gelê Kurd re û ji ber binketina wê li Sûriyê, NY`yî rexne kir.

Ajansa me ANHA`yê der barê aloziya Sûriyê, rewşa Kurdan, rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, her wiha tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, hevpeyvîn bi Roza Salih re çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

ROZA SALIH KÎ YE?

Ez li Kurdistanê ji dayik bûme û li Scotland mezin bûm heta ku temenê min bû 22 sal. Ez û malbata xwe weke koçber hatin Galsgow û ji wê demê ve bûye welatê me. Ez niha dixwazin nûnertiya bajarê xwe bikim û cihekî sereke di parlementoya Scotland de bigirim.

Malbata min ji destpêkê de di nava siyasetê de ye û ji bo azadî û demokrasiyê li Kurdistanê têkoşiya. Dapîrê min û du apên min ji aliyê rejîma Iraqê ve hatin darvekirin. Apekî min di nava pêşmergeyan de bû û dema li çiyayê Kurdistanê têdikoşiya jiyana xwe ji dest da û yê din jî zêdetirî 15 salan di girtîgeha Ebû Xirêb de girtî ma. Ji ber vê yekê dema ez hatim Scotland û Brîtanya min dixwest rewşa mafê penaberiya siyasî bibînim. Min di temenekê biçûk de dest bi siyasetê kir. Wê demê temenê min 15 sal bû. Min di dibistana Drumchapel de dixwend. Ez tev li hemleya ji bo parastina mafên koçberan bûm. Ew hemle bi ser ket û me destek ji gelek partiyan girt. Em bi navê Glasgow Gils (Keçên Glasgow) li Scotland û Brîtanyayê hatin naskirin. Ev ji min re di temenekî biçûk de bû çavkaniyek û hişt ku ez qanûn û siyasetê di Zanîngeha Strathclyde de ya li navenda Glasgow, bixwînim. Min xwest ku nûnertiya xwendekaran bikim. Ez derbasî hilbijartinan bûm, ez bi ser ketim û min di 2013 – 2014`an de nûnertiya zêdetirî 20 hezar xwendekarî kir. Di 2014`an de li zanîngehê me endametiya fexrî ya dayîm da rêber Abdullah Ocalan. Vê yekê hişt ku ez zêdetir li ser jiyana Ocalan û kokên xwe yên Kurdî, bixwînim.

ÇAWA ROZA SALIH RÊYA XWE BER BI PARTIYA NETEWÎ YA SCOTALND VE BIR?

Sala 2014`an ji bo min pir balkêş bû, ji ber ez tev li referandoma Scotalndê bûm. Ez di çalakiyên zanîngehê de pir çalak bûm. Min piştrast dikir ku navê hemû xebatkaran hatine qeydkirin û tev li referandomê bûne. Ez ji wan kesan bûm ku banga serxwebûna Scotlandayê dikirin. Ez di desteya zanîngehê de bûm berpirsa xwendekarên ku ez hilbijartim da ku bi navê wan biaxivim. Hemleyên min ji bo wekhevî û pirrengiyê ji zanîngehê dest pê kir. Zanîngeha Strathclyde bû yekemîn sazî ku mafê penabertiya siyasî dide xwendekaran. Vê yekê pir bandor li min kir. Min dixwest ku perwerde ji bo her kesî be. Wê demê kesên ku mafê penabertiya siyasî dixwest, ew derfet girtin.

Her wiha ez tev li Yekitiya Bazirganiyê bûm û ez derbasî Meclisa Glasgow ya herêmî bûm. Vê yekê gelek derfet da min ku ez bi navê gelê Kurd di parlementoya Brîtanyayê de biaxivim û min piştrast dikir ku dengên kurdî der barê Efrîn, Kobanê, gelek bajarên Rojava, parastina mafên kurdî û banga demokrasiyê li Rojhilata Navîn tê guhdarîkirin. Ez tev li partiya Neteweyî ya Scotland bûm. Partiya ku banga serxwebûn û demkrastiyê ji Scotland re dike. Ez niha kesayeta destpêkê di partiyê de li herêma Galsgow me.

DIYAR E KU JIYANA LI GALSGOW ÎLHAM DA TE, DEMA TU JI KURDISTANÊ DERKET GELO SCOTALND ARMANCA TE BÛ?

Çûna min ber bi Scotland ve tesaduf bû. Ji Londonê em ber bi Galsgow ve bi rêya sîstema penabertiyê, hatin şandin. Ez ji bo vê yekê pir kêfxweş bûm. Gelek tiştên hevbeş di navbera gelê Kurd û gelê Scotland de hene. Ez bawer im ku sala 2014`an destpêk ji bo min da ku ez bi rêya referandomê tev li Partiya Netewî ya Scotland bibim. Di referandomê de gelê Scotland derfet dît ku dengê xwe bi kar bîne û ev yek jî bi şêwazekî demokratîk hate kirin. Ji vir ez tev li refrandomê bûm û partiyê hişt ku ez vê yekê bikim. Ji bo gelê Kurd ev dozeke pir zehmet e. Li Başûrê Kurdistanê gelê Kurd banga serxwebûnê dike. Fikrên rêber Abdullah Ocalan banga rengekî ji xwerêveberiyê dike. Ez bawer im ku di gelek aliyan de em weke hev in, lê nasname û ziman cuda ne.

TE GOT "SERXWEBÛN HER TIM DI XWÎNA MIN DE BÛ", GELO EV GOTIN ROZA SALIH LI KURDISTANÊ YAN LI SCOTLANDÊ NÎŞAN DIDE?

Xewna gelê Kurd bû ku rojekê serxwebûna xwe bi dest bixe. Lê ev yek ne hêsan e. Lê divê destpêkê demokrasî pêk were piştre serxwebûnê bi dest bixin. Lê ger demokrasî pêk neyê, nikarin xwe bighînin serxwebûnê. Tişta herî girîng di vî bajarê de dema ez li Scotland dijiyam ku demokrasiya gel heye. Mafê wî yê dengdayînê berovajî Rojhilata Navîn e ku li Rojhilata Navîn demokrasî û mafên mirovan tune ye û mirov bi çekan têdikoşin da ku mafên xwe bi dest bixin, li vir ev yek bi pênûsê tê kirin.

TEVÎ HEMÛ HEWLDAN Û ÎNSIYATÎFÊN ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ JÎ, LÊ HÎNA RONÎ NEDÎTIYE, GELO SEDEM ÇI YE?

Ez bawer im şerê Sûriyê pir zehmet e. Tişta ku bi serhildaneke gel ji ber bêkariya zêde, gendeliya mezin û banga mirovan ku ji Beşar El-Esed azad bibin dest pê kir, veguherî şerekî navxweyî û di encamê de gelek kuştî û kesên windayî çêbûn. Her wiha bi milyonan koçber bûn, ev yek karesat e. Gelek encamên vê hene. Yek ji wan ku hêzên derve yên li herêmê girîngiyê didin berjewendiyên xwe yên taybet weke Îran, Rûsya, Tirkiyê, dewletên kendavê, Amerîka û Ewropa. Pere, çek û gelek kes hatin şandin û ji ber wê jî dewleta Îslamî derketin û civaka navneteweyî wê weke xeteriyek mezin dibîne. Şerê gelê Kurd li dijî dewleta Îslamî û mînaka Kobanê şahida vê yekê ye. Di wê demê de me meş ji bo Kobanê li dar xist. Me cilên piştgirtiya bi Kobanê re û têkbirina dewleta Îslamî re çêkirin. Ev yek ji gelê kurd re weke hêviyekê bû da ku dewleta Îslamî têk bibe. Ez bawer im ku gelê Kurd ev yek pêk anî û li herêmê berz bû û banga maf û rêveberiya xweser kir. Ez bawer im ku gelê Kurd li dijî El-Esed şer nekir û NY`yî di însiyatîfa aştiyê li herêmê de bi bin ket lê belê di demên dawîn de erê kirin ku derbasî hilbijartinên azad û paqij bibe û ji ber vê jî di pêşeroja nêz de dê bi xwe re hêviyê ji gelê Sûriyê re bîne.

TE GOT KURDAN LI DIJÎ REJÎMÊ ŞER NEKIR, EV YEK ERÊNÎ BÛ YAN NEYNÎ BÛ?

Bi nêrîna min diviyabû ku Kurd tenê parastina mafên xwe bikin û li tişta ku sûdê dide wan bigerin. Ji ber ku ew di rewşekê de bûn ku dewleta Tirk êrişî wan dike û Efrîn û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir. Hevalên Kurdan pir tune ne. Gelek dijmin li derdora wan in, divê ji hemû şêwz û cureyên parastin û aştiya nasnameya me sûdê bigirin. Tu rê ji bilî wê li gel Kurdan tune bû. Diviyabû ku sûdê ji derfetê bigrin. Ji bo min weke Kurdekê ku li Scotland dijî ez bawer im ku wan rêya herî baş ji bo pêşeroja gelê Kurd, hilbijartiye.

LI ROJAVA GER MIROV LI BAŞÛR BINÊRE ŞAM E, HEGER LI BAKUR BINÊRE TIRKIYÊ YE, ÇIMA RÊ DIDIN DEWLETA TIRK KU ÊRIŞAN LI DIJÎ ROJAVA PÊK BÎNE?

Gelek berjewendiyên aborî û kapîtalîst di vî alî de roleke mezin dilîzin. Ev yek jî bû sedema bêdengiya li beramberî sûcên ku dewleta Tirk ji kuştin, êşkencekirina ku heta nûçegihan, rojnamevan jê bê par neman, kirine. Hin kes hatin kuştin ji ber ku rastî gotin. Ez ji nêz ve vê yekê dişopînim. Ez texmîn dikim ku civaka navneteweyî helwesta rast li dijî Tirkiyê pêk neanî. Ji ber berjewendiyên gelek ji wan ên aborî hene bi taybetî ên girêdayî penaberan ku dewleta Tirk bi vê yekê gefan li dewletên Ewropayê dixe û dibêje ku ew ê rê li pêşiya penaberan veke da ku sînor derbas bikin û derbasî Ewropayê bibin. Dewleta Tirk bi vî şêwazî di aliyê siyasî de tevdigere. Gefan dixwe, gelan bi kar tîne û vê yekê bi awayekî baş bi civaka navneteweyî re weke Almanyayê bi kar tîne. Ev pirsgirêke ku divê mirov li hevalan bigere da ku behsa gelê Kurd bikin. Ji bo wê yekê pêwîste jinên li Ewropayê bi roleke mezin rabin da ku destekê bidin Şoreşa Rojava ji ber ew Şoreşa Jinê ye.

GELÊ SCOTLAND ÇAWA ŞOREŞA ROJAVA KU XETA SÊYEMÎN HILBIJARTIYE, DINIRXÎNE?

Gelê Scotland dibîne ku sîstema hevserokatî û sîstema komînal a herêmî ku gel tev li girtina biryaran di komîn û meclisên herêmî de dibe, baweriyê dide kesên ku tev li çareseriya demokratîk bûne. Her wiha li Scotland û Ewropayê şoreşa civakî ya li Rojava bi baldariyeke mezin tê şopandin, ji ber nêzîkatiya cuda ku bi xwe re rengekî rêveberiya xweser li bakurê Sûriyê anî û sîstemeke ku ji bo kesan dixebite ne ji bo jinûve gerandina rêveberiyên berê li Bakurê Sûriyê, ava kir û hewl dide tiştekî nû ava bike ku ji bo pêşerojê hêviyê bide gel.  

LI ROJAVA JINAN ROLEKE PÊŞENG DI HEMÛ ALIYÊN JIYANÊ DE LÎSTI, ROZA SALIH ŞOREŞA JINAN LI ROJAVA ÇAWA DIBÎNE?

Ez wekî Kurdeke ku li Scotland dimînim, cesareta jina Kurd di şerê li dijî DAIŞ`ê de û beşdarbûna hemû qadên civakê wekî tenduristî û perwerde û hwd, îlham da min da ku ez zêde agahiyan li ser wan zanibim û ez bibim dengê wan. Her wiha wekheviyê bandorke taybet li min kir û ev şoreşa jinê ji vê yekê gelekî mezintir e û rolek di civaka navneteweyî lîst. Şoreşa kurdî li Rojava piştî ku jinê rolek di şoreşê de lîst û banga wekheviyê di navbera herdu zayendan de kir ku ev yek ji bo jina Kurd ji têkoşîna li dijî faşîzimê girîngtir e, bû çavkaniya îlhamê. Di heman demê de, da ku jin rola xwe di nava civakê de vegerîne, vê têkoşînê dike. Ez bawer im ku jinê ev yek di Rojava de pêk anî. Jin di Rojava de, hewl dide vê têkoşînê di hemû qadên jiyanê de pêk bîne. Ev yek jî taybetmendiyeke jinên li Rojava ye û ev ne tenê şoreşek e, lê belê ew şoreşeke jinan e. Me gelek şoreş dîtin, lê jin têde tune bûn. Dema ku nîvê civakê tune be, tu nikarî guhartinê çêbikî û an jî şoreşekê li dar bixî.

RÊBER OCALAN JI SALA 1999`AN VE HAYTIYE TECRÎDKIRIN, ÇIMA HEMÛ ÇARESERIYÊN KU PÊŞKÊŞ KIRINE TÊNE PAŞGUHKIRIN?

Di rastiyê de ez parçeyek ji şandeya Îmraliyê bûm da ku zanista der barê helwesta Tirkiyê zêde bikin. Ji bo min weke erkdarekê derfetê tiştekî nû da min û rewşên li Tirkiyê ji min re eşkere kir. Weke girtiyekî siyasî yan jî girtiyekî normal, rêber Ocalan ji hemû mafan hatiye mehrumkirin. Ji bo vê yekê jî ez bêjim em nizanin çi di hundirê zindanê de diqewime.

Dibe ku tê êşkencekirin. Me dît ku çawa parêzerê wî hate girtin dema ku parastina mafên wî kir. Hovîtî li dijî gelê Kurd didome tenê ji ber ew Kurd in. Zehmetî, binpêkirina mafên mirovan û demokrasiyê zêde bûye. Mafên jinan têne binpêkirin.

Li Tirkiyê gelek jin nayên parastin û gelek dozên wekî vê ku civaka navneteweyî der barê wan de tiştekî hindik dike. Neteweya demokratîk ku ji aliyê Ocalan ve hatiye pêşxistin û li Rojava hatiye pêkanîn mînakeke girîng e ji ber banga hevkarî û alîkariya di navbera jin û mêr de di hemû aliyên ku pêwîstiya gel pê heye, dike. Ji ber wê jî hêviyeke mezin dide gelê Rojava û metirsiyê li gel Tirkiyê çêdike. Ji ber ew digirse ku ev fikir bighêje gelê li Tirkiyê. Dewleta Tirk a ku gereke nekeve fikran, pir bi fikar e. Bi hemû hêvî dê rojekê demokrasî li Tirkiyê pêk were. Dewleta Tirk rêya rast nagire û dê encamên kirinên wê hebin. Di dawiyê de demokrasî dê pêk were.

GOTINEKE TÊKILDARÎ CEJNA NEWROZÊ JI GEL Û JINA KURD RE?

Newroz li tevahî gelê me pîroz be. Ez bi hêvî me ku rojekê em azadiya xwe bi dest bixin. Divê tim têbikoşin û em ê bidest bixin.

(bx)

ANHA