Bi dîmen ANHA`yê geşedanên dawî yên li Eyn Îsayê şopand

Ji beriya 4 mehan ve dewleta Tirk û çeteyên wê hewl dide du gundên nêzî Eyn Îsayê dagir bikin û QSD`ê li hemberî van êrişan berxwedaniyeke bêhempa dide meşandin.

Bi dîmen ANHA`yê geşedanên dawî yên li Eyn Îsayê şopand
19 adar, 2021   04:04
EYN ÎSA-ZANA SEYDÎ

Bi armanca dagirkirina rêya navneteweyî ya M4`ê û qutkirina wê ji Eyn Îsa û Kobanê, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi şev, bi top û moşekan êrişî gundê Seyda û Meliq ên li aliyên bakur û rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê dikin.

QSD`ê ragihand ku wan li her du gundan û di 16 û 17`ê Adarê de 3 hewldanên dagirkirinê têk birin û li gorî daxuyaniya fermî ya QSD`ê 3 çete hatin kuştin û 3 wesayitên leşkerî jî hatin rûxandin.

Piştî êrişê, baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker gundên Zêda, Meliq, Cidêda, Seyda û derdora bajarokê Eyn Îsayê topbaran kirin.

Ji aliyek din ve jî, dewleta Tirk a dagirker sîstemên radarên pêşketî û kamîreyên çavdêriyê li derdora Eyn Îsayê bi kûrahiya 32 km dûrî sînorê Sûriyê-Tirkiyê di baregehên xwe yên leşkerî de bicih kirin.

Têkildarî mijarê, Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kantona Girê Spî got piştî kordîneya meclisê ya bi hêzên Rûsyayê ji bo vegera sivîlan li herdu gundan, artêşa Tirk a dagirker bi topbaranê vegera sivîlan asteng dike.

Di encama topên dewleta Tirk avêtine de, li navçeya Eyn Îsayê di nava çend rojan de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da û bi vê yekê hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane ji beriya sê mehan ve, gihaşt 9 kesan û 16 kes jî birîndar bûne.

Meclisa Kantona Girê Spî beriya niha ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrişan ve li ser rêya M4`ê 6 gund wêran kirine.

Di encama êrişên hêzên dagirker de, bi deh malbat neçar man ku dev ji malên xwe berdin û li kampa Til Seman a li başûrê Eyn Îsayê bi cih bibin û hin malbatên din jî ber bi bajarê Reqayê ve çûn.

Her çi qasî yekîneyên hêzên hikumeta Şamê û polîsên leşkerî yê Rûsyayê li ser xetên şer ên li Eyn Îsayê hene jî, Rûsyayê çavên xwe li ser topbarana artêşa Tirk a dagirker digire.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AKle69izvtQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>