​​​​​​​'Ocalan rêberekî navneteweyî ye, divê rewşa tenduristiya wî were eşkerekirin'

Lêkolînerê misirî Muhsin Ewedellah got, divê fişareke xurt li dewleta Tirk were kirin da ku rewşa rêber Abdullah Ocalan zelal bike û got: "Ocalan ne tenê kesayetekî Kurd e, lê belê lîder û fîlozofekî navneteweyî li Rojhilata Navîn e."

​​​​​​​'Ocalan rêberekî navneteweyî ye, divê rewşa tenduristiya wî were eşkerekirin'
17 adar, 2021   03:27
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya taybet bi rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di girtîgeha Îmraliyê de di 15’ê Adarê de daxuyaniyek ji raya giştî re da, ew daxuyanî piştî agahiyên li ser tenduristiya rêber Ocalan ji çavkaniyên nenas li ser torên civakî di 14’ê vê Adarê de hatine belavkirin de, hate dayîn.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku ew bi tu awayî nikarin têkiliyê bi muwikilê xwe re li girtîgeha Îmraliyê re deynin û wiha ne; birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim.

 ‘MEZINTIRÎN SÛCÊN LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN’

Têkildarî mijarê, nivîskar û lêkolînerê misirê ya taybet bi kar û barên dewleta Tirk û Kurd Muhsin Ewedellah wiha got: "Mijara hebûna girtiyekî ji 22 salan ve li girevê di girtîgehekê taybet de ye, bi xwe mezintirîn sûcên li dijî mafên mirovan e û bêdengiya cîhanê û civaka navneteweyî li ser van sûcan nîşaneya komployeke navneteweyî li dijî birêz Ocalan e."

Ewedellah der barê nebaşbûna rewşa rêber Ocalan de got, divê fişareke xurt li dijî dewleta Tirk hebe, da ku bihêle parêzer û komîteya navneteweyî serdana wî bikin û wiha pê de çû:"Ne pêkan e ku mirovekî 70 sal derbas kiriye, ji zêdetirî 22 salan de di girtîgeha takeksî de bimîne û bi dem bi dem agahiyên li ser rewşa wî ya tenduristî de werin. Divê mafên Ocalan yên taybet hebin, ji ber ku girtiyê siyasî û têkoşer e."

 ‘OCALAN NE TENÊ KURD E’

Der heqê cihê rêber Ocalan li Rojhilata Navîn de, Ewedellah wiha axivî: "Ne pêkan e ku Ocalanê ku niha girtiye ku em bibêjin kesayetekî Kurd e, bi taybet na. Ji ber ku Ocalan rêberekî navneteweyî û fîlzofê Rojhilata Navîn bi tevahî ye û fikireyek li gel wî heye û mîna ya birêz Nelson Mandela ye. Bi wê re jî divê fişarên navneteweyî li ser dewleta Tirk hebin."

 ‘TÊKOŞEREKÎ SIYASÎ YE’

Lêkolînerê misirê her wiha got: "Divê çarenûsa Ocalan were zanîn û herî kêm mehane hevdîtinên bi parêzerên wî re werin danîn û komîteyên navneteweyî tiştê li girtîgehê rû dide were şopandin. Ji ber ku Ocalan girtiyekî siyasî ye. Ocalan ne sûcdarek e, lê belê têkoşerekî siyasî ye û hebûna wî di girtîgehê de bi xwe binpêkirina mafên wî ye.

‘TIRKIYÊ HERÊMEKE TÊ DE TEVAHÎ SÛC HENE’

Ewedellah bang kir ku divê fişarê li dewleta Tirk were kir bikin û dosyaya sûcên wê yên li dijî mafên mirovan were vekirin û wiha pê de çû: "Girtina Ocalan sepandinekî mezin ji sûcan re ye, li gel wê jî bi dehan girtî li ser heman rêbazê ku Ocalan hatiye girtin, girtî ne. Lê belê tu kes li ser wan naaxive û bi boneya Roja Jinan a Cîhanê ya ku beriya çend rojan derbas bûye, zêdetirî 5 hezar jin di girtîgeha dewleta Tirk de ne û zêdetirî 700 zarok û bi dehan girtiyên çi ji Kurd hene, jê jî bernamzetê serokatiyê Selahattin Demîrtaş û muxalifên tirk hene."

Ewedellah diyar kir ku dewleta Tirk herêmeke tijî sûcên li dijî mafên mirovan e û dûrî idîayên ku Erdogan li ser parastina mafên mirovan, piştevaniya bindestan dike. Lê destwerdana Erdogan li dewletên Ereb ji bo parastina mafên muxalifan dûrî rastiyê ne.

 ‘DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ HELWESTEKE TUND NÎŞAN BIDE’

Têkildarî ku dê civaka navneteweyî çi bike de, Ewedellah wiha got: "Divê civaka navneteweyî li hember van sûcan ku tevahî gelê Tirkiyê pê diaxive, helwestekê nîşan bide. Tu cudahî di navbera kesên di girtîgehan de dijî û kesên li derveyî girtîgehan dijî tune ye û tu kes nikare twittekê bide û tê de Erdogan rexne bike."

Muhsin Ewedullah diyar kir ku, tê gotin ku desthilata Tirkiyê mehane bi dehan kes bi tawana ku heqareta li serokkomarê Tirkyê kirin, ceza dike û got, ji lew re divê civaka navneteweyî sekneke tund li hember sûcên dewleta Tirk li dijî mafên mirovan û rûmeta wan pêk tîne, nîşan bibe.

(fr)

ANHA