TEV-DEM: Idîayên li ser tenduristiya rêber Ocalan tê wateya komployeke nû

TEV-DEM`ê diyar kir ku dewleta Tirk a faştîst li hemberî rêber Abdullah Ocalan siyaseteke dijminane û xeter dimeşîne û idîayên li ser tenduristiya rêber Ocalan jî tê wateya komployeke nû. Her wiha piştrast kir ku divê şandeyeke navneteweyî serdana Îmraliyê bike.

TEV-DEM: Idîayên li ser tenduristiya rêber Ocalan tê wateya komployeke nû
17 adar, 2021   06:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê îdiayên li ser tenduristiya rêber Ocalan de derketine, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk bi binpêkirina hemû mafên mirovan û rêgezên navneteweyî yên têkildarî girtiyên siyasî li cîhanê de, binpê dike û siyasetên xwe dewam dike. Siyaseta dewleta Tirk a faşîst li hemberî rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê dimeşîne siyaseteke dijminane û xeter e. Belavkirina agahiyan li ser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan li Îmraliyê tê wateya ku komployeke nû ya AKP û MHP’ê li dijî vîna rêber Abdullah Ocalan, heye. Ji ber ku ev hevbendiya faşîst di tengaviyeke mezin de ye û bi aloziyên hundirîn û derve re rû bi rû maye.

Wekî TEV-DEM’ê em teqez dikin ku rêber Abdulah Ocalan hêvî û îradeya gelên azad temsîl dike, yên ku başiya xwe di başiya tenduristiya rêber Ocalan de dibînin ku çareya guncaw ji krîza Tirkiyê û tevahî pirsgirêkên herêmê  re li cem wî ye. Dewleta Tirk bi vê planê dixwaze çareseriya li Îmraliyê asteng bike û ji holê rake.

Em bang li gelê Kurd û gelên azadîxwaz dikin ku piştgiriyê bidin azadiya rêbertî û tevahî derfetên xwe ji bo zexta li civaka navneteweyî seferber bikin. Em CPT wekî berpirsa rewşa serokatî dibînin. Em dixwazin ku şandeyeke navneteweyî tevî parêzeran serdana rêber Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê bike."

(cx)

ANHA