'Em ê li ser piyan bin heta ku agahiyekê ji Rêbertiya xwe bigirin'

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: "Tenduristiya rêbertî tenduristiya tevahî gelê me ye, em ê li ser piyan bin û çalakiyan li dar bixin heta ku rewşa tenduristiya rêbertî were eşkerekirin."

'Em ê li ser piyan bin heta ku agahiyekê ji Rêbertiya xwe bigirin'
16 adar, 2021   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî agahiyên li ser nebaşbûna rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan, nêrînên xwe ji ANHA'yê re parve kirin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wuFX3inx2Dw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Helîma Osman a ji bajarê Kobanê, kiryarên faşîzma dewleta Tirk şermezar kir û bi kiryarên "Ne exlaqî" bi nav kir. Helîma got: "Kiryarên dewleta Tirk nakevin xana bendên mafên mirovan û van bendan bin pê dikin. Divê Neteweyên Yekbûyî û dewletên Ewropayê dewleta Tirk li ser binpêkirinên wê muhasebe bikin."

Helîma Osman dher wiha got: "Tenduristiya rêbertî tenduristiya tevahî gelê me ye, em ê li ser piyan bin û çalakiyan li dar bixin heta ku rewşa tenduristiya rêbertî were eşkerekirin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/loSn7ZhtXYg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Endama Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinan a bajarê Reqayê Emîna Hemdan, redkirina hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û diyar kir ku ev yek li dijî urf û pîvanên navdewletî ye, divê rêxistinên hiqûqî çavê xwe li ser van binpêkirinan negirin.

Emîna Hemdan got: "Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikir û felsefeya rêbertî pejirandine, dewleta Tirk jî ji fikirê wî ditirse. Em ê serhildana xwe bidomînin heta ku daxwaza me ya eşkerekirina rewşa rêbertî bi cih were."

Emîna Hemdan bal kişand ser armanca tecrîdê û diyar kir ku armanc ji vê tecrîdê ew e ku nehêlin perspektîvên rêbertî bighêjin gelên herême. Emîna Hemdan dewlet û rêxistinên têkildar wiha muxateb girt: "Em jinên Ereb sedema bêdengiya we ya li hemberî tecrîdê dipirsin. Divê hûn zextê li hikumeta Tirk bikin da ku kiryarên xwe yên dermirovî yên li dijî Rêber Ocalan bi dawî bike."

Şemsa Mihemed Bekir a ji Serêkaniyê sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêbertî şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk Serêkaniyê dagir kir û niştecihên wê koçber kir, kiryarên xwe yên li dijî rêbertî didomînin, ev binpêkirinên li pêşberî çavê cîhanê pêk tên.

Şemsa Bekir bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku tecrîda li ser rêbertî bi dawî bikin, bihêlin ku parêzer hevdîtinê bi wî re pêk bînin û rewşa wî nas bikin û got: "Tevahî rêbazên ku Tirkiyê li dijî rêbertî dimeşînin di heman demê de li dijî me, dijî mirovahiya me û li dijî jinan e."

Şemsa di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di nava tevahî pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û hwd de belav bûye ku li gorî wî xwe bi rêxistin dikin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QODlR_teWLE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Ji bajarê Minbicê jî Yasmîn Qoço îdiayên ku li ser nebaşbûna rewşa Rêber Abdullah Ocalan belav bûne, şermezar kir û bang li aliyên têkildarî kir ku tavilê destwerdanê bikin û rewşa rêbertî eşkere bikin.

Yasmîn diyar kirku ev kiryar delîlê pozbilindiya dagirkeriya Tirk û dewletên ku hewl didin meşeleya azadiya gelan vemirînin e û got: "Em jinên minbicî van kiryaran bi tundî red dikin û banga pêkanîna qanûnan dikin."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9K7orWgebg0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Sebîha Osman a ji Efrînê bang li rêxistinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî û CPT kir ku berpirsyartiyên xwe yên derbarê tenduristiya rêber Ocalan de bi cih bînin û wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan hişt ku jinx we nas bike û xwe bi pêş bixwîne, ji ber vê yekê em ê çalakiyên xwe bidomînin heta ku rêbertî azad bibe."

ANHA