​​​​​​​Şêniyên Zorava jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan li qadan bû

Şêniyên taxa Zorava ya Şamê, bi daxuyaniyekê banga rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kirin û daxwaza eşkerekirina rewşa wî ya tenduristiyê kirin.

​​​​​​​Şêniyên Zorava jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan li qadan bû
16 adar, 2021   19:31
ŞAM

Bi dehan şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hilda bûn, hatin ba hev û daxuyaniyek parve kirin.

Berdevkê Meclisa Zorava Zinar Yehya daxuyanî xwend, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li gel agahiyên têkildarî nebaşbûna rewşa wî ya tenduristiyê şermezar kir.

Yehya bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez mudaxele bike, agahiyan derbarê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan ragihîne. Her wiha bang li tevahî çalakgerên aştiyê kir ku bikevin tevgerê û daxwaza azadiya rêbertî bikin.

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmeyên banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatin avêtin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rHtk8CJvZlA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>