Malbatên şehîdan: Xwesteka me ya sereke azadkirina Rêbertî ye

Malbatên şehîdan berxwedana greva birçîbûnê ya di girtîgehên dewleta Tirk de silav kir kir û diyar kir ku azadkirina rêber Abdullah Ocalan xwesteka wan a sereke ye.

Malbatên şehîdan: Xwesteka me ya sereke azadkirina Rêbertî ye
15 adar, 2021   08:10
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Roj bi roj daxwazên rakirina tecrîd û azadkirina rêber Abdullah Ocalan zêdetir dibe. Rêber Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de di encama komloyekê de ku ji aliyê dewletên kapîtalîst ve pêk hat, dîl hate girtin.

Gel bi gelek awayan banga azadkirina fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dikin, hin ji wan bi rêya xwepêşandaran bang kir, saziyên hiqûqnas jî bi rêya komkirina îmzeyan, parêzeran ji bo parastina doza rêbertî veqetandin û însiyatîfa erebî û biyanî ya ku banga serbestberdana rêber Abdullah Ocalan kir.

Girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de bi greva birçîbûnê daxwaza azadkirina rêbertî dikin.

ꞌBERXWEDAMA GIRTÎGEHAN GUREVA RIZGARKIRINA RÊBERTÎ YEꞌ

/kr/uploads/files/2021/03/15/081156_-.webp

Abdulbaqî Dawê kampanyayên greva birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk de yên bi armanca azadkirina rêbertî û bidawîkirina tecrîda ku zêdetirî 5 salan berdewam e bi "Gureveke pirr girîng" wesif kir û got, pirraniya kesên di grevê de sivîl û siyasiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ne.

ꞌTECRÎD SEDEMA WÊRANKIRINÊ YEꞌ

Dawê bal kişand ser tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan ku bû sedema wêrankirina gelek welatên li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku ger rêbertî azad baya dê Rojhilata Navîn ber bi çareseriya herî guncaw ve bibra, dê pirsgirêkên wan çareser bikira û dê rewşa nedigihaşt vê astê.

Abdulbaqî Dawê diyar kir ku fikirê rêber Abdullah Ocalan ne ji bo gelê Kurd bi tenê ye, lê belê ji  bo tevahî mirovahiyê ye û got:"Sîstemên cîhanî guh li azara gel nake çi li Sûriy be yan jî li Yemenê be yan jî li welatên Rojhilata Navîn be."

Dawê  destnîşan kir ku armanca tecrîda li ser rêbertî û redkirina serdana malbat û parêzan ew e ku nehêlin raman û perspektîfên rêbertî yên derbarê aloziyên Rojhilata Navîn  de belav nebin û got: "Tevî girtin û tecrîda girankirî lê ramanê rêbertî azad e û em hemû li ser bingehê ramanê wî tev digerin."

ꞌTECRÎD BANDORÊ LI DEWLETA TIRK DIKEꞌ

Abdulbaqî Dawê diyar kir ku tecrîd û azadkirina rêbertî bandoreke neynî li rewşa dewleta Tirk dike û da zanîn ku banga azadkirina rêbertî ji çarçoveya herêmî ber bi cîhanê ve çû, lê di encamê de tecrîd gihaştiye asteke ku nayê tehemûl kirin.

Dawê  îşaret pê kir ku êdî tecrîd bandorê li gelê tirk dike, ji ber siyaseta dewleta kapîtalîst li Tirkiyê alozî û krîzên aborî hene.

/kr/uploads/files/2021/03/15/081301_-.webp

Li aliyekî din jî Mihemed Hec Şûkrî axivî û îşaret bi rola bandorker a çalakiya greva birçîbûnê kir û got: "Çalakiyên greva birçîbûnê dewleta Tirk hejand, ji ber ku fikirê rêbertî di pratîkê de pêk tê û ji bo aloziyên li Rojhilata Navîn çareseriya tekane ye."

'AZADKIRINA RÊBERTÎ DAXWAZEKE SEREKE YEꞌ

Şûkrî destnîşan kir ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ne tiştekî normal û besît e û got: "Tevahî pêkhateyan baweriya xwe bi vî fikirî anîye û azadkirina rêbertî daxwaza me ya sereke ye."

Mihemed Hec Şûkrî sedema tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi pêşketina fikirê wî ve girê da, di heman demê de ji ber ku di pratîkê de pêk tê  û gel zêdetir pê ve têne girêdan.

/kr/uploads/files/2021/03/15/081439_-.webp

Leyla Hisên jî got sedema tecrîdê ew e ku rê li ber belavbûna ramanê rêbetî bigirin.
 

Salim El-Salim diyar kir ku daxwaza azadkirina rêbertî yek ji xebatên demokratiyê ye ji ber ku rêbertî bi komployekê dîl hate girtin.

/kr/uploads/files/2021/03/15/081335_-.webp

Di dawiyê de Salim El-Salim got, banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bûye banga cîhanî ji ber ku tecrîdê li dijî pîvanên mafên mirovan e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xtVSj2mticA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>