ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-03-2021
15 adar, 2021   00:00

-Têkildarî salvegera Şoreşa Sûriyê, Partiya Sûriya Pêşerojê meş û çalakî û daxuyaniyan didin, (Minbic, Heleb û Hesekê). (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê merasîmê salvagera 3'yemîn a şehadeta Umer Elûş li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sîxurekî MÎT’a dewleta Tirk li xwe mikur hat ku agahî li ser 4 nuqteyên leşkerî, sivîl û tevgerên rêveberên li Rojavayê Kurdistanê dane û çete derbas kirine da ku teqînan li bajarê Qamişloyê çêkin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Roja 16`ê Adara 1988`an ji bo bajarê Helebçeyê ne rojeke normal bû, ji ber  ku xewn û hêviyên mêr û jinên Ii bajêr hatin çewisandin û zarokan zarokatiya xwe winda kir. Sedemeke vê yekê jî li parçebûna hêzên kurdî bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên şehîdan berxwedana greva birçîbûnê ya di zindanên dewleta Tirk de silav kirin û gotin azadkirina rêbertî daxwaza wan a sereke ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Endamê Meclisa Rêveber a PYD'ê ya Herêma Firatê Ehmed Şêxo got, serdana Nesir El-Herîrî ya ji bo Başûrê Kurdistanê ji bo têkbirina yekitiya kurdî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa destnîşan kir ku destwerdanên derve û nakokiyên wan li ser xaka Sûriyê sedema dirêjkirina temenê aloziyê ye, her wiha diyar kir bêyî pêkanîna biryara Konseya Ewlekariyê ya bi hejmara 2254’an çareserkirina aloziya Sûriyê ne pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Şerê li Sûriyê derbasî sala xwe ya 11`an bû, qeyraneke ku wekî serhildaneke herêmî dest pê kiriye, lê bi lez veguherî krîzekê û şerê wekîlan. Heta niha tu çareserî ji bo Sûriyê ku piraniya binesaziya wê hilweşiyaye, diyar nebûne. (BI WÊNE).

- Ragihandina Rûsya ya li ser lihevkirina bi dewleta Tirk û Qeterê re li ser avakirina rêveçûneke nû der barê Sûriyê de gelek rapirsîn têkildarî gelo ev rêveçûn dikeve şûna rêveçûna Astanayê çêkirin, li gel wê jî bidûrxistina Îranê ji vê yekê hatin kirin û Rûsya ji vê yekê çi dixwaze? (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo çalakiyên çandî û hûnerê tên lidarxistin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Dewleta Tirk kanalên herikandina ava Firatê yên ber bi Sûriyê re girt, di encamê de ava Firatê heta asteke mezin kêm bû û vê yekê bandorkeke neynî li kehrebê, qada çandiyê û sewalkariyê kir, têkildarî mijarê parêzer Bedirxan Atê got dewleta Tirk aloziya Sûriyê, rageşiyên navneteweyî yên li Sûriyê bi kar tîne da ku planên xwe pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Komîteya Şopandinê  Sabit Cewher, planên pêşerojê yên komîteyê eşkere kirin. Li gorî wê dê projeyên geşkirinê di qada çandinî, tenduristî, perwerdeyê de werin pêkanîn, her wiha sîstema çavdêriyê li saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê were pêşxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA