Dagirker êrişî gundên Babê dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Babê yên tije sivîl topbaran dike.

Dagirker êrişî gundên Babê dikin
14 adar, 2021   20:42
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li gundê Kirêdiyê û Yaşlî, gundên Qertwêran, Gurhiyok û Kawkilî yên rojhilatê bajarê Babê yên tije sivîl topbaran dikin.

Têkildarî ziyanan agahî nehatin zanîn.

Pêş çend saetan dewleta Tirka  dagirker gundê Zingil ê dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê dan ber topan, di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

ANHA