Bi moşekan bazarên stomeniyê yên Cerablus û Babê hatin hedefkirin

Hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsya moşek avêtin bazar û stasyonên sotemeniyê yên li gundewarê Cerablus û Babê yên dagirkirî.

Bi moşekan bazarên stomeniyê yên Cerablus û Babê hatin hedefkirin
14 adar, 2021   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li dijî bazara Hemran a sotemeniyê ya nêzî dergehê li gundewarê Cerablusê êrişa bi moşkan pêk hat ku jêdera wê nehat naskirin.

SOHR'ê diyar kir ku ji ber êrişê hejmareke karmendên veguhestina petrolê birîndar bûn, her wiha şewateke mezin bi tenkeran çêbû.

/ar/uploads/files/2021/03/14/202721_mnashyt.webp

Li gorî SOHR'ê, bazara sotemeniyê ya li gundê Terxîn ê herêma Babê jî bi moşekan hate hedefkirin, di encamê de şewat çêbû.

Beriya çend hefteyan jî heman êriş li heman deveran pêka hat, ku di encamê de zêdetirî 180 tenkerên veguhestina petrolê şewitîn.

Navenda Himîmîm a Rûsya û hêzên hikumeta Şamê yên li Helebê gelek caran deverên safîkirina petrolê û bazarên sotemeniyê yên gundewarê li Helebê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de kirin hedef.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5NRfa32lPkE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>