‘Şoreşa 19`ê Tîrmehê û destkeftiyên li herêmê, berdewama Serhildana 12`ê Adarê ne’

Rêveberiya Xweser û PYNK`ê destnîşan kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê û destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, berdewama Serhildana 12`ê Adarê ne.

12 adar, 2021   11:35
QAMIŞLO

Merasîma bîranîna salvegera Serhildana 12`ê Adarê li Stada Şehîdên 12`ê Adarê ya Qamişlo bi beşdarbûneke berfireh a şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û saziyên civaka sivîl tê lidarxistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Masûm Hesen axivî û diyar kir ku îro 17 sal di ser serhildanê re diborin û got: “Pêwîst e hemû gelê Sûriyê zanibe ku çareserkirina aloziya Sûriyê tenê bi projeya neteweya demokratîk pêkan e ku mafên hemû pêkhateyan misoger dike.”

Hesen destnîşan kir ku hemû pêkhateyên herêmê zarokên welatekî ne û di rêveberiya herêmê de hevkar in û wiha domand: “Divê gelê Sûriyê zanibe ku dijminên wan û di serî de dewleta Tirk, çavnebariyên wan di xaka Sûriyê de hene û bi hemû rêbazan hewl didin parçeyên ji xaka Sûriyê qut bikin.”

Hesen bang li hemû aliyên Sûriyê û pêkhateyan kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin da ku hêviyên gelê Sûriyê pêk bînin. Her wiha tekez kir ku destkeftiyên gelê Kurd bi rêya projeya neteweya demokratîk bi dest xistine, çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ne û divê her kes li dor wê kom bibe da ku alozî bi dawî bibe.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis jî diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê plana hikumeta Şamê ya derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de têk bir. Yûnis got: “Li vê stadê hewl dan bi rêya maça di navbera tîmên El-Cîhad û El-Fitûwê de planên xwe pêk bînin, da ku komkujî û şerê navxweyî di navbera pêkahteyên herêmê de vegerînin û nasnameya gelê Kurd bi destê pêkhateyên herêmê tune bikin. Lê ew bi ser neketin.”

Yûnis destnîşan kir ku rejîma Baasê bi wê yekê îradeya gelê Kurd hedef girt û wiha dewam kir: “Lê belê bersiva gelê Kurd zelal bû û li hemberî zilm û hovîtiya rejîmê serî hilda, bi pey fitneyê neket û planên rejîmê têk birin.”

Yûnis got bi ruhê Serhildana 12`ê Adarê gelê Rojava di 19`ê Tîrmehê de serî hilda û li hemberî zîhniyeta Baasê ya şovenîst Rêveberiya Xweser ava kir. Yûnis tekez kir ku bi wî ruhî Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi serket û roj bi roj bi pêş de diçe.

Yûnis wiha axaftina xwe dewam kir: “Bi ruhê wê serhildanê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe rizgar kirin û xwe bi rê ve bir. Bi heman ruhî, divê aliyên kurdî bibin yek da ku li Sûriyeke demokratîk bijîn û da ku Rêveberiya Xweser bibe çareseriya herî guncaw ji bo tevahî Sûriyê û li dijî zîhniyeta baasî ya şovenîst pêşengiya çareseriya li seranserê welêt bike.”

Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî jî bi navê PYNK’ê destnîşan kir ku bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama Serhildana 12`ê Adarê ne û got: “Pêkhateyên herêmê zîhniyeta rejîma Sûriyê û lîstokên wê ji wê demê ve nas kirin. Piştî bûyerên 2011`an, pêkhateyên herêmê li kêleka gelê Kurd beşdarî avakirina rêveberiyeke xweser a demokratîk bûn û cihê xwe di nava hêzên leşkerî de girt.”

Şêx Baqî wiha axaftina xwe domand: “Em soz didin şehîdên Serhildana 12`ê Adarê û şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku em ê heta pêkanîna azadî û demokrasiye li ser rêya wan bin. Em diyar dikin ku dûrxistina aliyên din, tu mijaran çareser nake. Çareserî bi pejirandina mafên aliyên din û dozên wan ên rewa pêkan e. Em bang li hemû aliyan dikin ku hewldan û xebatên xwe bikin yek.”

Merasîma bîranînê bi maça di navbera tîmên herêma Cizîrê û Dêrazorê de dewam dike. Li gorî bernameya çalakiyê, tê payîn ku piştre stran û muzîk bên pêşkêşkirin.

(cx)

ANHA