Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişloyê bi Rêveberiya Xweser tacîdar dibe

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî Serhildana 12`ê Adarê bi bîr anî û diyar kir ku fedakariyên wê serhildanê îro bi rêveberiyeke xweser ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar dibin, tacîdar dibe.

Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişloyê bi Rêveberiya Xweser tacîdar dibe
12 adar, 2021   11:34
 NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 17`emîn a Serhildana 12`ê Adarê ya 2004`an e. Têkildarî mijarê, fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Fedakariyên şehîdên serhildanê îro bi rêveberiyeke xweser a demokratîk tacîdar bûne ku hemû şêniyan hembêz dike, wan diparêze û ber bi azadî û rûmetê ve dibe.”

Ebdî tekez kir ku Serhildana 12`ê Adara 2004`an a li dijî zordariya rejîma Baasê, çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an a li Rojava ye.

(cx)