Li Tirbespiyê û Amûde bîranîna şehîdên Serhildana 12`ê Adarê

Şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Amûde yên kantona Qamişloyê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê bi bîr anîn û destnîşan kir ku ew destpêka raperîna bihara gelan a li dijî zilm û zordestiyê bû.

Li Tirbespiyê û Amûde bîranîna şehîdên Serhildana 12`ê Adarê
Li Tirbespiyê û Amûde bîranîna şehîdên Serhildana 12`ê Adarê
Li Tirbespiyê û Amûde bîranîna şehîdên Serhildana 12`ê Adarê
Li Tirbespiyê û Amûde bîranîna şehîdên Serhildana 12`ê Adarê
Li Tirbespiyê û Amûde bîranîna şehîdên Serhildana 12`ê Adarê
Li Tirbespiyê û Amûde bîranîna şehîdên Serhildana 12`ê Adarê
12 adar, 2021   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 17`emîn a Serhildana 12`ê Adarê ya 2004`an e. Şêniyên kantona Qamişloyê bi vê boneyê daxuyanî dan û serdana gorên şehîdên serhildanê kir.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê meclisa navçeyê bi daxuyaniyekê ku hevserokê wê Mihemed Hec Ferhan xwend, got: “Serhildana 12`ê Adarê destpêka serhildana bihara gelan bû. Rejîma Baas hewl da fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe. Serkeftinên ku niha li Rojava hatine bidestxistin, berdewama Serhildana 12`ê Adarê ne.”

Piştî ku daxuyanî bi dawî bû, endamên meclisê û Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û bi dehan şêniyan berê xwe da bajarokê Til Merûf û serdana gora şehîd Ziyad Yusif û gora şehîd Mihemed Emîn Seyîd Yusif  a li gundê Beyandûr kir.

Li wir hevseroka Meclisa PYD`ê şaxê Tirbespiyê Hediye Şemo axivî û şehîdên serhildanê bi bîr anîn û wiha domand: “Dijminên gelên herêmê bi rêya pergalên xwe hewl didin vîna gelê Kurd bişikînin û fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin. Heta îro jî vê siyasetê dimeşînin.”

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveber Ebdulwehab Hisên axivî û destnîşan kir ku hêzên hikumeta Şamê ji bo çewisandina giyanê serhildanê gule li sivîlan barandin. Hisên soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Piştre baqên gulan danîn ser gorên her du şehîdan.

AMÛDE

Li navçeya Amûdê meclisa navçeyê jî daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku gelê Kurd îsbat kir ku dikare li hemberî pergalên zordest li ber xwe bide. Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisa navçeyê Mihemed Çolî ve li Qada Jina Azad hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Îro salvegera 17`emîn a Serhildana Qamişloyê ye ku di 12`ê Adara 2004`an de dest pê kiriye. Gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet, ji wê serhildanê gelek tecrube girtin da ku li ser esasê wê kar bide meşandin.

Rejîma Baas rêbazên xwe yên mîna çewisandin û zordestiyê li dijî gelê Kurd bi kar anîn da ku vîna gelê Kurd bişikîne û neçarî teslîmkariyê bike. Lê gelê Kurd îsbat kir ku ew dikare li hemberî pergalên zordest li ber xwe bide û xwe bi rêxistin kir.”

Piştî xwendina daxuyaniyê şêniyan berê xwe da Qamişloyê da ku tev li çalakiya li Stada Şehîdên 12`ê Adarê bibin.

(şx)

ANHA