Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin. Her wiha li deşta El-Xabê jî hikumeta Şamê û çeteyan nuqteyên hev topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin
12 adar, 2021   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê şeva pêncşemê (duh) bi moşekan herêmên Sifohan, Fitêra, Kensefra, derdora El-Barê, El-Riwêha, Bênên û Filêfil li aliyê başûrê gundewarên Idlibê û herêmên din ên El-Enkawî ya Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê, topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR)ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran li eniyên şer ên Sehil El-Xab nuqteyên hev topbaran kirin. Heta niha tu agahiyên li ser windahiyên canî nehatine bidestxistin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê duh çeteyên dewleta Tirk li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin, çeteyan jî nuqteyên hêzên hikumetê li başûrê Idlibê kirin hedef.

(dx)