Xeza: Îsraîl berpirsa kuştina her 3 masîvan e

Wezareta Hundirîn a Tevgera Hemasê ya Xezayê ragihand ku Îsraîl berpirsa kuştina 3 masîvan e.

Xeza: Îsraîl berpirsa kuştina her 3 masîvan e
11 adar, 2021   15:46
XEZA

Wezaretê îro nîvro di kongreyekê de ragihand "Bombeyeke helîkopereke artêşa dagirker a Îsraîlê ku di tora masîvan de asê mabûn, bi masîvnana ve teqiya û jiyana xwe ji dest da."

Wezaretê got, artêşa Îsraîlê berpirsa kuştina her 3 masîvanên li deryaya Xanyûs a li başûrê Xezayê ye.

Wezareta Hundirîn bang li saziyên hiquqnas ên herêmê û navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bînin û di dadgehên navneteweyî de nîqaşa sûcên ku li dijî gelên wan ên filistînî pêk tên bike, ya her dawî jî kuştina her 3 masîvan e.

(eh)