Di teqîna li Sirînê de 8 kes birîndar bûn

Ji kesên ku di teqîna tankera sotemeniyê ya li bajarokê Sirînê de birîndar bûne, 8 birîndar gihaştin nexweşxaneyên bajarê Kobanê.

Di teqîna li Sirînê de 8 kes birîndar bûn
Di teqîna li Sirînê de 8 kes birîndar bûn
Di teqîna li Sirînê de 8 kes birîndar bûn
Di teqîna li Sirînê de 8 kes birîndar bûn
Di teqîna li Sirînê de 8 kes birîndar bûn
Di teqîna li Sirînê de 8 kes birîndar bûn
11 adar, 2021   16:06
KOBANÊ

Li bajarokê Sirînê yê li ser rêya M4 ya başûrê Kobanê tankereke sotemeniyê teqiya.

Tanker li pêşiya stasyona sotemeniyê ya "Çiya" senkinî bû, di encamê teqînê de hejmarek sivîl birîndar bûn, 8 birîndar gihaştin nexweşxaneyên bajarê Kobanê.

Ji birîndaran navên 8 kesan hatin naskirin; Telal Omer, Miseb Casim, Sedam Mehmûd, Mehmûd Beko, Ziyad Şêxo, Îzedîn El-Elî û Şiyar Cûma. Li gorî agahiyan birînên wan sivik in.

Ji ber teqînê ziyanên mezin gihaştin stasyonê, erebe û dikanên derdorê.

ANHA