Ciwanên Şoreşger: Şoreşa Rojava berdewama Serhildana 12'ê Adarê ye

Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Til Hemîsê got, Şoreşa Rojava berdewama Serhildana 12'ê Adara 2004'an e.

Ciwanên Şoreşger: Şoreşa Rojava berdewama Serhildana 12'ê Adarê ye
11 adar, 2021   13:09
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Til Hemîsê di salvegera 17'emîn a Serhildana Qamişlo de li pêşiya navenda meclise daxuyaniyek da. Endamê tevgerê Eymen Silêman daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin ku çirûska Serhildana 12'ê Adara 2004'an, çirûska serhildana azadiyê bû.

Her wiha hate destnîşankirin ku Şoreşa Rojava ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn û bi saya Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) gelek destkeftî bi dest xistin, berdewama vê Serhildana 12`ê Adarê ye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema matça di navber tîma Cîhad a ji Qamişlo û tîma Fituwe ya ji Dêrazorê ya di çarçoveya lîga Sûriyê ya futbolê ya 2003-2004`an, li Stada Beledî serhildaneke girsayî pêk hat û bû çirûska serhildana gelê Kurd li Sûriyê.”

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JU5BdidmUx0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>