​​​​​​​Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi rayedarên Iraqê re bi dawî bû

Şandeya Şengalê ku piştî xwepêşandanên îro, bi rayedarên Iraqê re hevdîtin pêk anîn, daxwazên xwe careke din bi awayekî nivîskî pêşkêş kirin. Rayedarên Iraqê jî diyar kir ku dê van daxwazan ragihînin Bexdayê.

​​​​​​​Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi rayedarên Iraqê re bi dawî bû
11 adar, 2021   13:06
ŞENGAL

 

Gelê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ve îro li dijî planên li ser herêmê meşeke girseyî li dar xist. Tevî astengiyan jî girseya gel heta ber benda leşkerî ya artêşa Iraqê meşiya. Piştî daxuyaniya ku li vir hat dayîn, şandeyek ji Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û rûspiyên êzidiyan pêk tê, bi rayedarên artêşa Iraqê re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de ku li Navenda Leşkerî ya Artêşa Iraqê ya li Şengalê pêk hatin, ji şandeya Şengalê berdevkê Pêwendiyên Derve yê Rêveberiya Xwesar a Şengalê Xebat Hermo, berdevka TAJÊ ya Şengalê Neam Bedel û rûspiyên êzidiyan amade bûn.

Li gorî zanyariyên ku endamên şandeyê dan Rojnewsê, şandeyê di hevdîtinê de careke din bal kişandiye ser îradeya gelê Şengalê. Endamên şandeyê diyar kir ku wan dubare ji rayedaran re ragihandiye ew dest ji îradeya xwe bernadin û dê li ser vê yekê bi israr bin.

Şendayê her wiha da zanîn ku wan careke din daxwazên xwe careke din bi awayekî nivîskî pêşkêşî rayedaran kirine.

Endamên şandeyê destnîşan kir ku rayedarên artêşa Iraqê jî gotine dê van daxwazan ragihînin Bexdayê.

<iframe width="750" height="422" src="https://www.youtube.com/embed/B0ugLRtDnX4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>