Li gundewarên Dirbêsiyê dewriyeya hevbeş bêyî hebûna helîkopteran pêk hat

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk a dagirker li gundewarên rojavayê navçeya Dirbêsiyê dewriyeyek meşand. Helîkopterên Rûsyayê beşdarî dewriyeyê nebûn.

Li gundewarên Dirbêsiyê dewriyeya hevbeş bêyî hebûna helîkopteran pêk hat
11 adar, 2021   10:13
 HESEKÊ

Dewriyeya hevbeş ji 4 panzêrên artêşa Tirk a dagirker û 5 panzêrên Rûsyayê pêk tê û ji dergeha Şêrik a sînorî (13 km li rojavayê navenda Dirbêsiyê) dest bi gera xwe kir.

Ev dewriyeya 43`an e ku di çarçoveya peymana Soçî ya 22`yê Cotmeha 2019`an de tê meşandin. Balkêş e ku vê carê helîkopterên Rûsyayê beşdarî dewriyeyê nebûne, her wiha hejmara wesayitên dagirkeriya Tirk jî kêm e.

Dewriye di gundên rojavayê navçeya Dirbêsiyê yên Şêrik, Delîk, Melek, Bênkinîs, Dehir El-Ereb û Kesra re geriya û di heman rêyê re vegeriya.

Piştî ku hêzên artêşa Tirk a dagirker gihaştin dergehê, panzêrên polîsên leşkerî yên Rûsyayê vegeriyan baregehên xwe yên li bajarê Qamişloyê.

Hêjayî gotinê ye ku hejmara wesayîtên artêşa Tirk a dagirker di dewriyeya 25`ê Sibata borî de li gundewarên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê hate meşandin de jî, kêm bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xEpsEXRIJqk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>