Rojnameyên erebî: Rûsya û dewletên Kendavê nêzî hev dibin

Rojnameyên erebî yên îro behsa nêzikbûna di navbera Rûsya û dewletên Kendavê de, dosyaya Îranê ya nukleerî û aloziya siyasî ya Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya û dewletên Kendavê nêzî hev dibin
11 adar, 2021   08:55
NAVENA NÛÇEYAN

‘PEYAMA EREBISTANA SIÛDÎ JI DYA’YÊ RE: HÛN NÊZÎ TEHRAN DIBIN, EM Ê JÎ NÊZÎ ŞAMÊ BIBIN’

Rojnameya El-Ereb behsa nêzikatiya Rûsya û dewletên Kendavê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê di aliyê siyasî de kir û wiha nivîsî: "Serdana wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji Erebistana Siûdî re encamên ku nehatibûn texmînkirin ji xurtkirina hevkariya dualî, bi taybet di dema helwestên Amerîkayê yên dawîn der barê Erebistana Siûdî de, bi xwe re anîn. Her wiha girîngî da dosyayên herêmî mîna lihevkirina li ser diyalogê ji bo agirbesta li Yemenê û bi taybet rewşa girêdayî Sûriyê. Erebistana Siûdî zêdetir nêzî helwesta Rûsyayê ye da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî ku êşa gelê Sûriyê bisekinîne. Bi vê yekê re hesabên wan ên taybet bi Washingotin û Tehranê re hene.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan di civîneke çapemeniyê ya hevbeş bi wezîrê Rûsyayê Sergey Lavrov re, got lihevkirina Sûriyê çareseriyeke siyasî dixwaze û xwesteka welatê xwe ji bo bidawîkirina vê aloziyê nû kir.

Feysel Bin Ferhan destnîşan kir ku ew baldar in ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi her kesî re koordîne bike û di nav de jî Rûsya.

‘BLINKEN: TU LIHEVKIRIN BI ÎRANÊ RE DÛRÎ HEVALBENDÊN AMERÎKAYÊ YÊN LI HERÊMÊ TUNE NE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa hewldanên Amerîka-Îranê ji bo vegera li lihevkirina nukleerî kir û ev tişt nivîsî: "Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken di civîna komîteya têkiliyên derve ya meclisa parlamenteran a Amerîkayê de got tu lihevkirin bi Îranê re tune ye heta ku şêwir bi Kongre û hevalbendên DYA`yê re, bi taybet li herêmê ku metirsiyên wan der barê bernameya nukleerî ya Îranê de heye û her wiha girêdayî bernameya Tehran a moşekên balîstîk, neyê kirin."

‘DI NAVBERA EWIN Û EL-HERÎRÎ DE HÊVIYA GAVA YEKEMÎN’

Rojnameya El-Nehar jî der barê astengiyên avakirina hikumeta Lubnanê de wiha nivîsî: "Hîn zû ye ku encamên erênî yên dosyaya hikumetê piştî însiyatîfa ku armanca wê nêzîkkirina nêrînên di navbera Bebeda û Beyet El-Weset de bêje. Ji ber encama yekemîn ku mirov dikare di vî alî de tekez bike, diyar dike ku serokê hatiye erkdarkirin Sead El-Herîrî tu însiyatîfên fermî û kesayetî heta niha di vê derbarê de negirtine. Tevî ku beriya du hefteyan bi serbaz Ebas Îbrahîm re civiyabû û der barê geşedanên siyasî de nirxandin hatibû kirin.”

Kesên nêzî serokê hatiye erkdarkirin û şopdarên gera wî ya li derve ji El-Nehar re wiha nirxandin: "Li gorî agahiyan ku hevdîtina di navbera wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku dosyaya hikumeta Lubnanê û astengiyên ku nahêle hikumet were avakirin, hişt ku aliyê Rûsî bi awayekî giştî tekeziyê li ser avakirina hikumetê li gorî tişta ku El-Herîrî gotiye, bike. Hate zanîn ku dê El-Herîrî serdana Rûsyayê bike, lê dema wê nehatiye diyarkirin."

(bx)