Ji 12`ê Adara 2004`an ve têkoşîna hevbeş a Kurd û Ereban li hemberî planên parçekirinê

12`ê Adara 2004`an rojeke ne asayî bû. Bûyerên balkêş û plankirî rû didan. Armanc jî derxistina fitneyê di navbera gelên Kurd û Ereb de û çewisandina Kurdan bû. Lê gelê Kurd serî li hemberî wê komployê netewand ku heta roja me ya îro jî têkoşîna xwe dewam dike.

Ji 12`ê Adara 2004`an ve têkoşîna hevbeş a Kurd û Ereban li hemberî planên parçekirinê
11 adar, 2021   08:36

EKREM BEREKAT

Em komek ciwanên ji deverên cuda yên kantona Qamişloyê bûn. Li bajarê Hesekê me dixwend. Ji saetên êvarê ve me xwe amade dikir da ku beşdarî maça di navbera tîmên Cîhad ya herêma Cizîrê û tîma Fituwe ya parêzgeha Dêrazorê de ku dê li Stada Cîhad a Qamişlo li dar biketa, bibin.

Di 12 'ê Adarê de em ji taxa El-Neşwe ya Hesekê ber bi stasyona trênê ya bajêr ve çûn û saet di 09:00'an de trên rojane ji bajarê Dêrazorê diçû û saet derdora 10:00'an de digihîşt Hesekê û ji wir ber bi Qamişloyê ve diçû û nêzî saet 11:15'an digihîşt bajêr.

Dema trên gihîşt stasyona Hesekê, em lê siwar bûn da ku biçin Qamişloyê. Gelek kes tê de hebûn. Em li trênê siwar bûn û li cihê ku em lê siwar bûbûn, derdora 15 kes hebûn. Temenê wan di navbera 35 û 40 saliyê de bûn. A balkêş ku rûyên piraniya wan nenas bûn. Bi zaravayî dêrî û hinekî resen diaxivîn û bi gelekan re amûrên tûj mîna kêran hebûn.

BÛYERÊN XERÎB

Dema trên ji bajarê Hesekê ber bi bajarê Qamişlo ve diçû, ji nişka ve li herêmekê di navbera Hesekê û Qamişloyê de rawestî. Bûyerên wiha qet rû nedabûn. Piraniya kesên ku tê de jê peya bûn û tirmizên avê ku di destê wan de bûn, tijî kevir dikirin. Piştre trên dîsa bi rê ket.

Dema trên derbasî Qamişloyê bû, ji trênê dengê dirûşman berz bû. Hemû jî ji bo Sedam Hisên bûn û lanet li Mesûd Barzanî dianîn ku wê demê serokê herêma Başûrê Kurdistanê bû. Bi gihaştina trênê ji stasyonê re, hemû jê daketin û çavên wan tijî hêrs û nefret bû. Lê me nedizanî sedem çi ye yan jî çi diqewime. Bi hatina hêzên ewlekariyê re, dengê wan her ku diçû bilindtir dibû.

Bi dirûşmên ji bo Sedam Hisên û şermezarkirina Barzanî û Kurdan, alîgirên tîma Fituwe ji stasyona trênê çûn Stada Cîhad (Stada Şehîdên 12'ê Adarê), piştî ku li kolanên bajêr geriyan.

Tişta balkêş hejmareke mezin ji hezkiriyên tîma Fituwe beşdarî vê maçê bûbûn û beriya dema maçê bi gelek saetan tam saet di 14:00`an de derbasî stadê bûn. Her wiha di lêgerînê re ji aliyên hêzên parastina disîplînê ya hikumeta Şamê ve derbars nebûn. Li hemberî vê tevgerê, hêzên ewlekariyê bi baldariyeke mezin hezkiriyên tîma Cîhad di lêgerînê re derbas kirin heta ku kemberên şalan û şûşeyên avê ji wan hatin standin.

Alîgirên tîma Cîhad li aliyê çepê yê stadê bi cih bûn û hezkiriyên tîma Fituwe jî li aliyê rastê yê stadê rûniştin. Dema her du tîm derbasî qada stadê bûn, hezkiriyên Fituwe dest bi berzkirina dirûşmên ji bo Sedam Hisên kirin û Kurd wek xayîn bi nav kirin. Her wiha kevir avêtin hezkiriyên tîma Cîhadê. Ruxmî ku gelek endamên hêzên parastina disîplînê û polîsên girêdayê hikumet Şamê hebûn, lê mudaxele nekirin. Berovajî wê wan li hezkiriyên tîma Cîhadê xistin, ew derxistin û hinek ji wan girtin.

Piştre stad ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hate dorpêçkirin. Paşê parêzgerê Hesekê yê wê demê Selîm Kebûl ferman da ku gule li alîgirên Cîhadê werin reşandin. Li gorî agahiyên ku ji kesên nêzî wî hatine bidestxistin, wî tam wisa got: "Gule li van kûçikan bibarînin."

PLANEKE BERÊ BÛ

Tişta ku di 12`ê Adara 2004`an de li Stada Cîhad rû da, beriya wê hatibû plankirin. Armanca wê ku tevlihevî di navbera Kurd û Erebên ku ji beriya hezar salan bi hev re dijîn, derxin. Ya din ku Kurdan binpê bikin bi taybet piştî êrişa Amerîkayê li dijî Iraqê di Adara 2003`yan de û bidestxsitina Kurdan ji hin mafên xwe re. Pîrozbahiya gelê Kurd li Rojava bi destkeftiyên Kurdên li Başûr, tişta ku hişt hikumeta Şamê bitirse ku jinên Qamişloyê 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û lêxistina serokê şaxê Ewlekariya Leşkerî ku xwest pîrozbahiyê xira bike.

Kesên ku digotin ew alîgirên tîma Fituwê ne, ew heman kesên ku piştî êrişa Amerîkayê bi armanca cîhadê û bi koordînasyona îstixbaratên Sûriyê çûbûn Iraqê, vegeriyan Sûriyê û hatin girtin û beriya maça di navbera Fituwê û Cîhad de serbest hatin berdan. Perspektîf ji îstixbaratên Sûriyê girtin da ku tevliheviyê di navbera gelê Dêrazorê û gelê Kurd de derxin. Hikumetê heman rêya ku piştî aloziya Sûriyê ku di 5`ê Adara 2011`an de dest pê kir, bi kar anî. Dema em di girtîgeha Hesekê de bûn, piştî ku em ji aliyê hêzên hikumetê ve hatin girtin, kesek ku ji taxa Xiwêran bû, got yek ji kesên li stada hate kuştin kurê apê wî ye û di girtîgehên hikumeta Şamê de bû, ji ber ew çûbû Iraqê da ku li wir şer bike, nêzî 5 mehan li wir ma û wiha axivî: "Em matmayî man dema gotin kurê apê min li stadê hatiye kuştin. Cenazeyê wî anîn malê. Ji ber ku me dizanîbû ku ew di girtîgehê de ye. Kengî hate berdan û çawa gihaşt stada Qamişloyê, em nizanin?."

Gelê Kurd temenê vê yekê giran da. 38 kes ji zarok, ciwan û jin şehîd bûn. Gel serî hilda û serhildana wî li tevahî bajar, navçeyên Rojava, bajarê Helebê û Şamê belav bû. Gelê Kurd serî ji hikumeta Şamê re netewand.

Heta roja îro hikumeta Şamê hewl dide tevlîheviyê di navbera gelê Kurd û Ereb de bi rêya derxistina hin erebên alîgirên wê, derxîne. Tişta ku di demên dawîn de di meha Çile û Sibatê de li bajarê Qamişlo û Hesekê çêbû û destekdayîna şaneyên veşartî li Dêrazorê da ku rûspiyên eşîran û xebatkarên Rêveberiya Xweser bikin hedef, mînaka herî berbiçav ji bo vê yekê ye.

Hevgirtina gel di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, dê hemû hewldanên hikumeta Şamê têk bibe.

(şx-bx)

ANHA