Li Qamişloyê dê projeya kilînîkên gel were vekirin

Saziyên Civaka Sivîl dê di nava vê mehê de kilînîkên gel ên tenduristî vekin û gerînendeyê tenduristiyê got li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev yekemîn proje ye û bi armanca xizmeta gel bi nirxekî kêm hatiye vekirin.

Li Qamişloyê dê projeya kilînîkên gel were vekirin
11 adar, 2021   09:00
QAMIŞLO-HÊLÎN ABDULLAH

Bi armanca sivikkirina barên welatiyan û da ku xizmetên tenduristî werin pêşkêşkirin, yekitiyên girêdayî Saziyên Civaka Sivîl li bajarê Qamişloyê kilînîkên gel amade kirin.

Ev kilînîkên ku tê payîn di nava hefteyên bê de werin vekirin, dê pêwîstiyên wekî derman, test, wêneyên radyolojiyê bi nirxekî kêm lê werin peydakirin.

Ev kilînîk dê ji zêdetirî 60 bijîşkên hemû beşan pêk were, her wiha dê ji dermanxaneyan jî pêk were û hemû derman lê peyda bibin, taqîgehek, beşa wêneyên radyolojiyê û beşa emeliyatên biçûk jî pêk were.

ꞌ10 KILÎNÎK IN, DI NAV DE BIJÎŞKITIYA DIRANAN JÎ HEYEꞌ

Gerînendeyê tenduristiyê yê kilînîkên gel û pisporê nûjdariya(birîndarî) esebê Dr. Fîraz Tîşê ji ajansa me re diyar kir ku kilînîkên gel ji 10 kilînîkan pêk tê, di nav de kilînîkên taybet bi bijîşktiya diranan û dê hemû bi awayekî rojane di xizmeta gel de bin.

Fîraz da zanîn ku li kilînîkan dê hemû beşên li herêmê hene, hebin derveyî beşa dil û çav ji ber ku nexweşxaneyeke taybet ji bo wan heye.

Tîşê da zanîn ku li kilînîkan taqîgehên tehlîlan, dermanxane, beşa radyolojiyê, odeyên rewşên awarte yên ku lê emeliyetên biçûk ên wekî cebirandinê, dermankirina birînan, vekirina kêliyan jî hene.

ꞌLI KILÎNÎKÊN GEL NIRXEKÎ KÊM TÊ STANDINꞌ

Têkildarî nirxên teşxîsê yên li kilînîkên gel Dr. Fîraz Tîşê diyar kir ku dê li van kilînîkan nirxên teşxîsê kêm be anku dê ji sedî 50`î kêmî kilînîkên tenduristî yên giştî be.

Dr. Fîraz der barê dermanên li dermanxaneyan û tehlîlên ku li taqîgehê têne çêkirin û beşa wêneyên radyolojiyê yên li kilîlîkên gel got dê ji sedî 15 kêmî navendên taybet be.

ꞌEV PROJE YA YEKEMÎN Eꞌ

Dr. Fîraz Tîşê bal kişand ser girîngiya kilînîkên ji bo gel hatine veqetandin û got: "Perojeya kilînîkên gel li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn proje ye."

Fîraz Tîşê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ev proje ji bo alîkariya kesên hewcedar hatiye pêkanîn, ji ber pêwîstî bi xizmetên tibî û bi lêçûneke kêm heye, ji ber ku heqdestên teşxîsa bijîşk, derman, tehlîl, wêneyên radyolojiyê, emeliyatên li kilînîkên taybet bilind in û wiha pê de çû: "Da ku li kilînîkên taybet xizmet û baldarî hebe, niha amadekariyên kilînîkan ji pêwîstiyên teknîkî, alavên tibî û pisporên tibî tên berdewamkirin."

ꞌ60 BIJÎŞK Û ALAVÊN PÊŞKETÎꞌ

Bijîşk Fîraz Tîşê diyar kir ku dê derdora 60 bijîşk û pisporên di beşên taqîgehan, radyolojiyê û dermanxayan de li kilînîkan bixebitin.

Dr. Fîraz Tîşê da zanîn ku rêxistinên ku di amadekirina kilînîkan de alîkarî kirine, Heyva Sor a Kurd, Depoya Tibî ya Leşkerî û Saziyên Civaka Sivîl in û alavên pêwîst dabîn kirin.

Alavên ku pêşkêş kirine jî ev in; alava radyolojiyê ya hêsan, alava îko ya normal û alava îko ya dubler, di heman demê de jî dê hemû cureyên dermanan û tehlîlên li taqîgehên din li bajarê Qamişlo werin peydakirin.

Kar û xebata vê projeyê ji beriya 6 mehan ve hatiye destpêkirin û dema bi dawî bibe, dê lêçûna wê were diyarkirin.

(eh)

ANHA