Leşkerê Tirkiyê zarokek kuşt

Zarokek 11 salî bi guleya cendermeyên dewleta Tirk a dagirker dema hewl dida tevî malbata xwe derbasî Tirkiyê bibe, hat kuştin.

Leşkerê Tirkiyê zarokek kuşt
11 adar, 2021   08:45
HESEKÊ

Dema malbata zarokê bi navê Adil Ebdulezîz hewl dida di navbera gundên Îbrahîmiyê û Feqîra yên girêdayî navçeya Zirganê re derbasî Tirkiyê bibin gule li wan hat barandin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku ev bûyer beriya du rojan pêk hatiye ku zarokê bi navê Adil Ebdulezîz (11) bi guleyan hatiye kuştin.

Malbata zarokê kuştî ji gundê Xezna yê navçeya Zirganê ye û bi 5 km ji sînorên Sûriyê û Tirkiyê dûr e.

(şx)

ANHA