Koalîsyona Erebî moşek û balafireke Hûsiyan ruxandin

Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê îro ragihand ku wan moşeke balastîkî û balafireke bê pilot ku koma "Ensar Ellah" a Husyan ber bi Erebistana Siûdiyê ve avêtibûn, rûxandin.

Koalîsyona Erebî moşek û balafireke Hûsiyan ruxandin
8 adar, 2021   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên ser bi Erebistana Siûdiyê ve eşkere kir ku moşeke balastîkî ber bi devera Xemîs Mişêt ve hatibû avêtin, di heman demê de balafireke bê pilot û mayinkirî jî ber bi herêma Başûr ve hatibû avêtin.

Berdevkê Koalîsyona Erebî yê li Yemenê Tirkî El-Malikî ji malpera El-Erebiyê re daxuya kirin ku moşek û balafirên bê pilot ên milîsên husî, ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin û got: "Em dikarin parastina avahiyên aboriyê yên Erebistana Siûdiyê bikin."

(eh)