Parlamentoya Lîbyayê civîna dayîna baweriyê ji hikumetê re paşxist

Parlamentoya Lîbyayê biryar da, ku dayîna baweriyê ji hikumeta Lîbyayê re heta sêşemê taloq bike.

Parlamentoya Lîbyayê civîna dayîna baweriyê ji hikumetê re paşxist
8 adar, 2021   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîn parlamentoya Sirteyê heta sêşemê hatin taloqkirin, da ku dayîna baweriyê ji hikumeta yekitiya nîştimanî re di ber çavan re derbas bikin û şêwirên zêde pêk bînin.

Parlamentoya Lîbyayê xebatên xwe yên giştî yên der barê dengdayîna li ser dayîna baweriyê ji hikumeta nû re îro dest pê kirin, digel wê jî nakokiyên di navbera endamên wê yên li ser bernameya xebatê hene, ji ber hin pêwîstî bi nîqaşkirina dayîna baweriyê dibînin, hin jî dixwazin ku li gorî encamnameyên diyalogê yên Tunisê yên der barê ragihandina destûrê de tev bigerin.

Civîn bi serokatiya Salih û cîgirên wî û bi beşdariya 132 parlamenteran dest pê kir.

(fr)