Di şahiya li Şehbayê de pêşangeha wêneyan berxwedana jinan

Komîna Wênesaziyê ya kantona Şehbayê di şahiya Roja Jinan a Cîhanê de 11 tabloyên li ser jinên têkoşer û berxwedêr pêşanda.

Di şahiya li Şehbayê de pêşangeha wêneyan berxwedana jinan
Di şahiya li Şehbayê de pêşangeha wêneyan berxwedana jinan
Di şahiya li Şehbayê de pêşangeha wêneyan berxwedana jinan
8 adar, 2021   17:00
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Bi hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê şahiyek li gundê Elawşe yê girêdayî navçeya Ehdas a Şehbayê li dar xist.

Jinên herêma Efrînê cilên folklorî li xwe kir û hêvî kir ku piştî rizgarkirinê li warê xwe vegerin.

Di şahiyê de endamên jin ên Komîna Wênexêziyê 11 tablo li ser kesayetên jin, biskên por, jinên berxwedêr û têkoşer pêşanda.

/ar/uploads/files/2021/03/08/152512_sbah-aly-5b1600x12005d.webp

Endama rêveber a Komîna Wênexêziyê, Sebah Elî di destpêkê de ev roj pîroz kir û wiha got: "Beriya 20 rojan me dest bi wênexêzkirina van tabloyan kir da ku di Roja Jinan a Cîhanê de amade bibe. Armanca me ji vekirina vê pêşangehê rastiya jinan û hêzên wan eşkere bikin."

Têkildarî tabloyan, Sebah Elî diyar kir ku tablo rola jinan disepîne û pîroz dike û got: "Jin bê berdêl jiyanê dide û me xwest bi rêya van tabloyan peyamekê li ser keda jin ji cîhanê re eşkere bikin."

Sebah Elî hêvî kir ku tevahî xakên dagirkirî werin rizgarkirin û li Efrînê vegerin.

Komîna Wênexêziyê du tablo; yek diruşma Kevana Zêrîn û ya din wêneya Şehîd Sakîne Cansîz diyarî Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê kir.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OTamiCVfD2E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>