Kongreya Star a Herêma Firatê: Heta pêkanîna serkeftinê em ê li ser xeta şehîdan bin

Endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl di pîrozbahiya 8`ê Adarê ya li bajarê Kobanê de axivî û tekez kir ku heta pêkanîna serkeftinê dê li ser rêya şehîdan bin.

Kongreya Star a Herêma Firatê: Heta pêkanîna serkeftinê em ê li ser xeta şehîdan bin
8 adar, 2021   13:26
KOBANÊ

Piştî rêzeçalakiyên bi boneya 8`ê Adarê, bi sedan jinên ji bajarê Kobanê Roja Jinan a Cîhanê bi pîrozbahiyekê li gundê Helincê yê rojhilatê bajêr pîroz kir. Pîrozbahî ji aliyê Kongreya Star ve hate birêxistinkirin.

Pîrozbahî bi dirûşma "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye" hate birêxistinkirin û jin bi cil û bergên folklorîk beşdar bûn. Di pîrozbahiyê de endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl şehîdên jin û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û 8`ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir.

Mizgîn diyar kir ku şoreşa Rojava li ser şoreşa jinên azad hatiye avakirin û li dijî zîhniyeta cinsiyetperest û radîkalbûnê dest pê kir û wiha domand: "Ji lew re, şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê tevahî cîhanê ve pîroz tê dîtin. Ji ber ku jin stûneke sereke ya Şoreşa 19`ê Tîrmehê ne. Ji ber wê yekê me dît ku tevahî cîhan li kêleka jinan û Rêveberiya Xweser e."

Mizgîn da zanîn ku sîstemên radîkal her tim şerê jinên azad dikin û ji têkoşîna wan ditirsin û got: "Li nêzî vê cihî, balafirên dijmin jinên azad hedef girtin. Di wê êrişê de 3 hevrêyên me şehîd bûn. Ji lew re divê em ji bo jinên ku di oxira azadiya jinan û civakê de xwe feda kiriye, tê bikoşin."

Hevseroka Meclisa Rêveber ya herêma Firatê Lemîs Ebdullah di şahiyê de axivî û diyar kir ku ew vê rojê li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên têkoşer ên li eniyên şer, jinên ku rêxistina DAIŞ`ê ya herî xeternak li axa Kobanê têk biriye û hemû jinên cîhanê pîroz dikin.

Her wiha li ser navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) peyamek hate xwendin û roja 8`ê Adarê li hemû jinên cîhanê hate pîrozkirin. Di peyamê de ku ji aliyê endama Kongreya Star Medlên Şêx Xidir ve hate xwendin, wiha hate gotin: “Em vê rojê li dayikan, jinên cîhanê û hemû jinên ku niha di eniyên şer de, pîroz dikin.”

Di peyamê de wiha hate gotin: “Em ê li ser soza xwe bin û soz didin rêber Abdullah Ocalan ku em ê heta azadiya jinan û bi serxistina şoreşa wê di rêya şoreşê de bimeşin.”

(cx)

ANHA