Jinên Hecînê cara yekemîn 8'ê Adarê pîroz dikin

Cara yekem di dîroka herêmê de, jin û şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.

Jinên Hecînê cara yekemîn 8'ê Adarê pîroz dikin
7 adar, 2021   15:28
DÊRAZOR

Şahî bi diruşma "Meşa Seida û Hindê meşa me ye, soza wan soza me ye" li bajarokê Hecînê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê hate lidarxistin, girseyeke mezin a şêniyan beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Melak Rebah bixêrhatina beşdaran kir.

Endama rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme Merwan,  bi navê Meclisa Herêma Rojhilata Zehra Mulhim û endama rêveber a Partiya Sûriya Pêşerojê Neda Nemir axivîn.

Kesên axivîn 8’ê Adarê li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê pîroz kir, bi taybet jinên Efrînê yên ku li dijî wan dewleta Tirk a dagirker tevahî cureyên tundiyê meşandine, pîroz kir.

Piştre komên Perperîkên Azadî, Zarokên Hecînê û koma zarokên Sûsê, şanoyek pêşkêş kir, tê de behsa girîngiya rola jinan di civakê de kir. Her wiha Amine Salim, Wefaa Ehmed û Fatima Salim gelek helbestên li ser jinan xwendin.

Di şahiyê de jinan nanê sêlê û xwarineke gelêrî amade kirin, her wiha konê pêşandana parçeyên entîka yên girêdayî şaristaniya herêmê hatin pêşandan.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Îsraa Ehmed 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir.

Di dawiyê de helbestvan û hunermendê herêmî Seid Ceborî li rebaba da û beşdaran dîlan gerand.

(fr)

ANHA