Jinên Til Temir û Zirganê 8'ê Adarê pîroz kir

Jinên navçeyên Til Temir û Zirganê ê bi diruşma "Em li vir in û azadî li vir e, em li vir in, aştî, hezkirin û yasmîn li vir e", Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

Jinên Til Temir û Zirganê 8'ê Adarê pîroz kir
Jinên Til Temir û Zirganê 8'ê Adarê pîroz kir
Jinên Til Temir û Zirganê 8'ê Adarê pîroz kir
Jinên Til Temir û Zirganê 8'ê Adarê pîroz kir
8 adar, 2021   15:26
HESEKÊ

Bi sedan jinên navçeyên Til Temir û Zirganê yên rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên, li qada Meclisa Malbatên Şehîdan  a Til Temirê 8'ê Adarê pîroz kirin.

/ar/uploads/files/2021/03/08/141118_zynb-mrad.webp

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê Kongreya Star Zeyneb Murad axivî û 8’ê Adarê li tevahî jinan, têkoşer, şehîdên azadiyê û rêber Abdullah Ocalan pîroz û da zanî ku ew bi rihê 8’ê Adarê û li ser rêça têkoşeran dê asta têkoşînê bilind bikin.

Zeyneb Murad wiha got: "Dîrok şahidê sûcên li dijî jinan e, îro em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin vîna jina azad bi rêya girtinên bêserûber û sûcan bişikînin."

Zeyneb Murad îşaret bi serdana Nesir El-Herîrî ji Başûrê Kurdistanê re kir û wiha domand: "Komployên mezin li dijî me û gelê me pêk tên û hene. Komploya vê dawiyê jî pêşwazîkirina Başûrê kurdistanê ji serokê Itîlafê Nesir El-Herîrî re ye, lê belê em piştrast dikin ku em wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember tevahî komployan bisekinin."

/ar/uploads/files/2021/03/08/141142_swsn-afryn.webp

Ji fermandarên YPJ’ê Sosin Efrînê 8’ê Adarê li jinên cîhanê û têkoşeran pîroz kir û wiha got: "Hîna jî diruşma me li dar e, em li vir in û azadiya me, aştî, hezkirin û yasmîn jî li vir e."

Sosin Efrîn wiha gotina xwe berdewam kir: "Em YPJ’ê, ji destpêka şoreşê de heta niha me soz û sond daye û dîsa jî soza xwe nû dikin ku em ê ji gel û jinan re bibin mertal. Neşaneya vê yekê jî berxwedana têkoşer û qehremanên ku di eniyên şer de ne, ji Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen û têkoşerên enturnasyonalîst ên ji tevahî dewletên cîhanê"

Sosin Efrîn li dawiyê soza xwe ya rizgarkirina xaka zeytûnê, Serêkaniyê û Girê Spî nû kir.

Şahî bi pêşkêşkirina koma mûzikê û koma stranan a hunerên xwe û gerandina dîlanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QlUoy98iaKQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>