Jinên Suryan 8'ê Adarê pîroz kir

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a cîhanê, Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê di bin diruşma "Azadiya jinan bingeha hemû azadiya ne" meşeke li bajarê Qamişlo li dar xist.

Jinên Suryan 8'ê Adarê pîroz kir
7 adar, 2021   14:52
QAMIŞLO

Meş bi rakirina wêneyên şehîdên jin ên Suryan, pankarta bi nivîsa "Jin bi berxwedana xwe qeyda bindestî û bêdengiyê şikand" ji pêşiya avahiya Yekitiya Jinên Suryan li Sûriyê ya Qamişloyê dest pê kir.

Jinên Suryan ên ku cihê xwe di nava saziyên Rêveberiya Xweser de digirin, endamên jin ên saziya Olef Tao ya fêrkirina zimanê suryanî û hêzên Sutoro yên Jin beşdarî meşê bûn.

Meş li pêşiya Komeleya Çandî ya Suryan veguherî mêtîngê, di mêtingê de endama Yekitiya Jinên Suryan li Sûriyê Îlham Metlê axivî û 8 Adarê li hemû jinan, bi taybet jinên Suryan pîroz kir.

lham diyar kir ku di çend salên dawî yên aloziyê de pêşketin di milê rêxistinên jinan de derket holê û wiha domand: "Bi rêya hemû tevgerên jinan ên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em gihaştin asteke ku hîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatiye dîtin. Ev yek bi tevlîbûna jinan di qadên siyasî, leşkerî û civakî de çêbû. "

Mîtîng bi gerandina govendên suryanî ji aliyê koma Înana ve bi dawî bû.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5oc8hznaDjw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>