Hewldana çeteyan a ketina gundên Til Temirê hate têkbirin: Çeteyek hat kuştin

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hewldana çeteyan a ketina gundên Til Temirê têk bir, di encamê de çeteyek hat kuştin û yekî din birîndar bû.

Hewldana çeteyan a ketina gundên Til Temirê hate têkbirin: Çeteyek hat kuştin
7 adar, 2021   15:31
HESEKÊ

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan bikevin mezreyeke li başûrê depoya  genim a li gundê Um El-Kêf ê 5 km dikeve rojavayê navçeya Til Temirê.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê tevgera çeteyan şopandin û bersiva wan da.

Di encama bersivdayê de şerekî dem kurt qewimî, çeteyek hat kuştin, yek birîndar bû û yên din neçar man birevin.

Li gorî çavkaniyên leşkerî; navê çete Abdullah Mihemed El-Hemûd e, dayika wî Cemîla El-Icêl e, cih û dîroka jidayikbûna wî; Eyn El-Hara 1997'an e.

ANHA