Partiya Sûriya Pêşerojê: Serdana El-Herîrî bi perspektîfa serokkomarê Tirk e

Îro Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Efrînê serdana serokê Îtîlafa Nîştimanî Nesir El-Herîrî bo Hewlêrê şermezar kir û wek “parsekiya siyasî ya bi perspektîfa serokkomarê Tirk” bi nav kir.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Serdana El-Herîrî bi perspektîfa serokkomarê Tirk e
7 adar, 2021   12:43
 ŞEHBA

Bi dehan endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, meclis û yekitiyan li pêşiya navenda partiyê ya li navçeya Fafîn a girêdayî kantona Şehbayê kom bûn û têkildarî serdana Nesir El-Herîrî bo Hewlêrê û hevdîtina wî bi serokê PDK`ê Mesûd Barzanî re daxuyaniyek da.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Efrînê Elî Selame daxuyanî bi zimanê erebî xwend.

Di daxuyaniyê de serdana Nesir El-Herîrî hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Kujerê bi navê El-Herîrî xaka Hewlêrê qirêj kir. Ew bi fermana serokên wî yên partiya AKP`ê çû serdanê. Her kesê ku destê wan di xwîna gelan de û di xwîna Hevrîn, zarokên Til Rifetê û şêniyên herêmê de heye, em şermezar dikin. “

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî têkçûna wan a siyasî û dîplomatîk a li hundir û derve, ew çete ji bo “parsekiya siyasî” şandine Hewlêrê.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Em ji cîhanê re dibêjin êdî bes e, îxaneta we ji doza Sûriyê re û xirabkirina yekitiyê re êdî zelal bûye. Em ê bi israra xwe hêviyên azadiyê ji bo gelan û hevgirtina di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de, pêk bînin.”

 (cx)