Koalîsyona Erebî 8 balafirên keşfê yên bombebarkirî rûxandin

Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku 8 balafirên keşfê yêm bombebarkirî yên girêdayî Hûsiyan rûxandine.

Koalîsyona Erebî 8 balafirên keşfê yên bombebarkirî rûxandin
7 adar, 2021   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Koalîsyonê diyar kir ku hêzên wan 5 balafirên keşfê yên Hûsiyan ku dixwest sivîlan bikin armanc, rûxandine û piştre jî 3 balafirên din ên keşfê rûxandine.

Koalîsyonê destnîşan kir ku serkeftinên artêşa Yemenê û eşîran li Marîbê, nîşan dike ku êrişên milîsan zêde bûne.

Çavkaniyên leşkerî yên girêdayî hikumeta Yemenê eşkere kir ku roja şemiyê di encama şerê dijwar ê di navbera hêzên hikumetê û Hûsiyan de li bajarê Marîb,derdora 90 kesî hatine kuştin.

Hûsiyan di destpêkê meha Sibatê de êrişî bajarê Marîb kiribû ku baregeha dawîn a hêzên hikumetê ya ku Koalîsyona Erebî desteka wan dike, lê ye.

Her wiha Hûsiyan êrişên bi moşekan ên li dijî Siûdiyê, zêde kirine.

(dm)